ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiya xwe bi Serokê TUSÎAD’ê Orhan Dogan re hevdîtin kir.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li navenda giştî ya partiya xwe bi Serokê komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirk (TUSÎAD) Orhan Dogan û Nûnerê TUSÎAD’ê yê Enqereyê Bariş Urhan re hevdîtin kir.
Hevberdevkê Komîsyona Aboriyê yê DEM Partiyê Saruhan Oluç û Wekîla Amedê Adalet Kaya jî tev li hevdîtinê bûn.
