WAN - Endamê Egîtîm Senê Davût Babat destnîşan kir ku êdî tiryak li ber deriyên dibistanan tê firotin û got: "Divê dewlet ewlehiya dibistanan dabîn bike. Rêveberiyên herêmî jî dikarin bi projeyên civakî ve pêşiya vê bigirin."
Li Wanê di salên dawî de bikaranîna tiryakê bi awayekî cidî zêde bûye. Li gorî lêkolînan, hatiye destnîşankirin ku li bajêr nexasim di nava ciwanan û zarokan de bikaranîna tiryakê belav bûye. Li gorî daneyên Midûriyeta Emniyetê ya Wanê ya sala 2024’an, li tevahiya bajêr zêdetirî 3 hezar bûyerên têkildarî madeya tiryakê çêbûne. Di van bûyeran de li ser 4 hezar kesî lêpirsîn hatine kirin. Hat destnîşankirin ku di pênc salên dawî de rêjeya sûcên girêdayî tiryakê ji sedî 70 zêde bûye.
Dane diyar dikin ku temenê destpêkirina tiryakê daketiye bin 15 salan, li Wanê jî heta 12 salan daketiye xwarê. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya sala 2023’yan, li Wanê hejmara kesên ji ber tiryakkêşiyê serî li nexweşxaneyan dane, li gorî sala beriya wê ji sedî 38 zêde bûye. Beşeke girîng a van serlêdanan ji aliyê kesên di bin 18 salî de pêk hatiye.
Baroya Wanê, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û Zanistê (Egîtîm Sen) û rêxistinên cuda yên civaka sivîl berê jî di daxuyaniyên xwe de bang kiribûn ku li derdora dibistanan kontrolên mayînde bên kirin, ji bo têkoşîna li dijî tiryakkêşiyê polîtîkayên civakî yên pêşîlêgirtinê bên pêşxistin û bernameyên piştgiriya malbatan bên bicîhanîn. Tevî vê tabloya li bajêr, tu tevdîr nayên girtin.
Endamê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Wanê ya Egîtîm Senê Davût Babat, rewşa zêdebûna tiryakkêşiyê li derdora dibistanan û di nav xwendekaran de nirxand.
TEMENÊ TIRYAKKÊŞIYÊ 12 SAL E
Babat, anî ziman ku di xebatên ku wan wekî komîsyon kirine de, hatiye tesbîtkirin ku temenê tiryakkêşiyê heta 12 salan daketiye û ev tişt got: "Me 3 sal berê Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Wanê ya Egîtîm Senê ava kir. Komîsyonek me heye ku li dijî her cure binpêkirinên mafên zarokan têdikoşe û van binpêkirinan tespît dike û çareser dike. Temenê herî kêm ku me heta niha der barê tiryakkêşiyê de tesbît kiriye, 12 sal e. Lê li gorî fikra me daneyên rastîn tên veşartin. Ji ber ku dema berê dihate gotin 15 sal e, me dizanibû ku zarokên 12-13 salî jî hene."
'FIROTINA TIRYAKÊ LI BER DERIYÊ DIBISTANAN'
Babat, destnîşan kir ku êdî tiryak li ber deriyê dibistanan tê firotin û ewlehiya dibistanan êdî pêwîst e û wiha pê de çû: "Li gelek qadên herêmê berpirsiyariya dewletê heye, lê bicih nayne û gelek binpêkirinên mafan hene. Ev jî yek ji wan pirsgirêkan e. Li bajarên wekî Wanê yên ku sînorê wan bi Îranê re heye û nêzî Efxanİstanê ne, divê têkoşîneke xurt bê kirin. Lewra tiryaka ku li Tirkiyeyê belav dibe an jî derbasî Ewropayê dibe, beşeke mezin di Wanê re derbas dibe. Operasyonên ku emniyet dike jî vê yekê nîşan dide. Lê têkoşîn gelekî kêm e. Bi taybetî li çend taxên Wanê û li ber deriyê hemû dibistanên aliyê rojavayê taxa Hatûniyeyê gihîştiye asta firotinê. Wekî Egîtîm Sen, me daxwazên xwe yên li ser ewlehiya dibistanan û derdora wê (ku ne tenê pirsgirêka tiryakkêşiyê ye) anîn ziman. Di êrişan de du hevalên me yên mamoste ku yek ji wan giran bû, birîndar bûn."
'LI BER ÇAVÊN DIKANDARAN TÊ FIROTIN'
Babat, rave kir ku êdî tiryak li ber çavên her kesî tê firotin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dabînkirina ewlehiya dibistan û derdora wê ne karê sendîkayan e. Lê hişyarkirina dewletê di vê mijarê de erka sendîkayê ye. Dewlet jî erka xwe bicîh bîne. Herwiha em dizanin ku li hin kolanên diyar ên Wanê tiryak li ber çavên dikandaran tê firotin. Em dem bi dem bangên pêwîst di vê mijarê de dikin. Carinan bi rêxistinên civaka sivîl re xebatên me yên hevpar jî çêdibin. Di demên dawî de li Wanê kampanyayek jî heye ku bi kombûna rêxistinên civaka sivîl dest pê kiriye."
'LI HERÊMÊN DEZAVANTAJ GELEKÎ BERBELAV E'
Babat, destnîşan kir ku tiryak bi piranî li herêmên dezavantaj di nava civakê de tê belavkirin û got: "Bikaranîna tiryakê bandoreke wiha li ser xwendekaran dike; tiryak li herêmên dezavantaj dikeve nav civakê. Ji ber ku li wan herêman xwe di gelek qadan de dezavantaj dibînin, xwe bêqîmet hîs dikin. Vê kêmasiyê jî bi rêyên cuda hewl didin ku tije bikin. Carinan serî li tundiyê didin, bikaranîna tiryakê, dizî û gelek sûcên din dikin. Ev yek ne tenê ji bo zarokan, li ser hemû mirovan bandorên psîkolojîk ên cidî dihêle. Ji van bandoran jî herî zêde zarok di bandorê de dimînin. Bikaranîna tiryakê ne tenê ji aliyê zarokan ve, ger kesekî di malê de bikar bîne jî bandorê li zarok dike. Nexasim heke dê û bav vê yekê bikin, bandoreke gelekî cidî ya giyanî li zarok dike. Zarok dem bi dem rastî tundiyê tê û xwe baweriya wan dişkê."
BERPIRSYARIYA DEWLETÊ
Babat, diyar kir ku hewildanên dewletê yên ji bo pêşîlêgirtina tiryakkêşiyê kêm in û bal kişand ser berpirsyariyên rêveberiyên herêmî di pêşîlêgirtina tiryakkêşiyê de û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Li vir berpirsiyariya dewletê zêdetir e, ne tenê berpirsiyariya rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêveberiyên herêmî ye. Rêxistinên civaka sivîl ên mîna me, tenê dikarin di vê mijarê de dewletê hişyar bikin. Dibe ku hin xebatên qadê bikin û hin belgeyan bi dest bixin. Di encamê de cihê çareseriyê dewlet e û divê dewlet vê bike. Pêşî divê tevdîrên pêşîlêgirtinê bicih bîne. Dû re divê derfetên pêwîst ji bo tedawiya tiryakkêşan bên dabînkirin. Helbet di vir de berpirsiyariyên rêveberiyên herêmî jî hene. Rêveberiyên herêmî dikarin bi projeyên civakî ve pêşiya van bigirin. Rêxistinên civaka sivîl û rêveberiyên herêmî dikarin tevdîrên pêşîlêgirtinê bicih bînin. Lê beşa ewlehî û tedawiyê berpirsiyariya dewletê ye. Em nabêjin qet nake, lê gelekî kêm e. Operasyon ne di wê astê de ne ku pêdiviyên bajêr bicîh bîne û pêşî li wê bigire."
MA/ Zeynep Durgut
