Li Wanê li dijî tiryakê xeta têkoşîna hevpar tê avakirin

  • rojane
  • 09:13 22 Mijdar 2025
  • |
img
 
WAN- Hevberdevka Platforma Şiyar Be ya Wanê Rûken Kiliçê  diyar kir ku tiryak êdî li her kolan û taxên bajêr tê firotin û got ku  ew ê bi dînamîkên girseyî û rêxistinên sivîl ên bajêr re li dijî vê yekê xeteke têkoşînê ya hevbeş ava bikin.
 
Belavbûna bilez a bikaranîna tiryakê  li Wanê, di civakê de pêşî li xetiriyê vedike û di heman demê de wekî krîzeke civakî ya berbiçav a li bajêr e. Li bajêr derfetên rehabîlîtasyonê yên sînorkirî, saziyên nebaş û nebûna polîtîkayên pêşîlêgirtinê di têkoşîna li dijî tiryakê de pirsgirîkên cidî diafirînin. Piştî Amed, Êlih û Mêrdînê li dijî tiryakê Platforma Şiyar Be hat avakirin.
 
Platforma Şiyar Be ya ku li bajêr nû hat damezrandin armanc dike ku xebata xwe li tax, dibistan û deverên ku nifûsa ciwanan lê zêde ye bide destpêkirin. Armanca platformê ew e ku platformek ji bo têkoşînê ava bike ku tê de ciwanên ku ber bi tiryakê ve têne kişandin bi tenê nemînin, malbat karibin werin piştgirîkirin û rastiya bikaranîna madeyên hişber, ku li bajêr nayê dîtin, were eşkerekirin. Gihîştina hêsantir a madeyên hişber li bajêr, şert û mercên aborî yên ku ciwanan bêtir bêparastin dikin û zextên civakî yên zêde dibin pêşîniyên platformê lezgîn dikin. Platforma Şiyar be armanc dike ku hemû beşên civakê di têkoşîna li dijî tiryakê de bike yek û seferberiyek civakî bide destpêkirin da ku belavbûna madeyên hişbirê rawestîne.
 
Platform amadekariyan dike ku di rojên pêş de bi lidarxistina civînên bi beşdarbûna zêde, li seranserê bajêr xebatên xwe birêxistin bike. Berdevka Platformê Ruken Kiliçê li ser xebatên Platformê li bajêr û zêdebûna bikaranîna madeyên hişber a li bajêr axivî.
 
XETA TÊKOŞÎNÊ YA LI DIJÎ TIRYAKÊ
 
Ruken Kiliçê diyar kir ku Platforma Şiyar Be ji aliyê hemû dînamîk û rêxistinên civakî yê bajêr ve bi hev re hatiye damezrandin û da zanîn ku ew ê bi avakirina xeta têkoşîna civakî li bajêr li dijî madeyên hişber tebikoşin û got: "Ji ber polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, Wan yek ji wan bajaran e ku bikaranîna madeyên hişber herî zêde lê tê bikaranî ne. Platforma Şiyar Be li Amed, Batman û Mêrdînê hatiye damezrandin. Em berê jî li ser avakirina platformê xebitîbûn. Li ser daxwaza dînamîkên bajêr, me dît ku tiryakbûna madeyên hişber li gelek kolan û taxan pir zêde bûye esnafan û niştecihên herêmê aciz dike. Ji ber vê yekê, me bi şaredarî û rêxistinên civakî re têkilî danî da ku em bibînin ka mirov çawa vê pirsgirêkê çareser dike. Ew êdî bûye rewşek pir acizker. Ji ber vê yekê, me biryar da ku em bi hemû dînamîkên bajêr re werin cem hev û vê platformê ava bikin."
 
PLANSAZIYA MEŞA GIRSEYÎ YA HIŞYARIYÊ
 
Ruken Kiliçê bi lêv kir ku ew ji bo meşek hişyariyê ya girseyî amadekariyan dikin û wiha domand: "Em plansaziya meşeke hişyariyê ya ku hemû dînamîkên bajêr tevlî bibin dikin. Me planek heye ku hemû rêxistinên civaka sivîl û sendîkayên bajêr nerazîbûna xwe ya li hemberÎ vê yekê nîşan bidin. Piştî meşê, em armanc dikin ku li kolanan,taxan li parkan belavokan belav bikin, bi dikandaran re danûstandinê bikin da ku rewşê rave bikin, li taxan karên malê bikin, biçin cem gel û li ser hişyarkirina xwe, ka em çawa dikarin xwe biparêzin û em çawa dikarin hişyar bibin bixebitin."
 
'BAJÊR BÊNASNAME DIKIN'
 
Ruken Kiliçê anî ziman ku hem dikandar û hem jî malbat ji ber zêdebûna karanîna madeyên hişber li bajêr fikarên mezin dijîn. Ruken Kiliçê destnîşan kir ku zarok li kolanan, li avahiyên terikandî û heta li dora dibistanan hişbirê bikar tînin. Ruken Kiliçê got: "Temenê bikaranînê daketiye 10 an 11 salî. Ev êdî bûye krîzek civakî ya cidî."
 
Ruken Kiliçê destnîşan kir ku raporên ji AMATEM, ÇAMATEM û gelek saziyên din zêdebûnek bilez a rêjeyên karanîna madeyên hişber nîşan didin û tekez dikin ku xizaniya kûr û gihîştina hêsan a madeyên hişber vê rewşê girantir dike. Ruken Kiliçê destnîşan kir ku pirsgirêkên civakî, koçberî  li bajêr rewşê hîn girantir dike. Ruken Kiliçê got: "Ev bajar ji siyaset û nasnameyê bêpar dimîne; ev ji bo hêzên serdest sûdmend e. Em ê hewldan û xebatên xwe yên ji bo hişyarkirina raya giştî û parastina zarokan bidomînin. Bi hevgirtina hevpar û hêza hilberîner em dikarîn derbas bikin."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

27/11/2025
09:06 'Felsefeya Abdullah Ocalan jina bindest veguherand xwedawendê'
09:03 Fuat Kav: Muzakere jî parçeyek ji têkoşînê ye
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
26/11/2025
18:51 Komîsyon di 1’ê Kanûnê dicive: Dê girtekên Îmraliyê bêne xwendin
17:20 Îlham Ehmed: Em di mijara çareseriyê de bi biryar in
16:47 Çandar: Divê Tirkiye dest ji polîtîkaya xwe ya berê berde
Olûç: Divê deriyên sînor bên vekirin
16:45 Şînên PKK’iyan hatin ziyaretkirin: Ji bo ziman û nasnameya xwe têkoşiyan
16:13 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê Tahir Elçî bi bîr anîn
15:35 Ji komeleyên Elewiyan bertek li dijî êrişên hêzên Şamê
14:39 TÎP’ê xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin
14:33 Çar sal û 2 meh cezayê hefsê dan Altayli
13:41 Ciwanên başûrî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
13:35 Êrişên li deverên berav û hundirîn ên Sûriyeyê didomin
13:26 Ji bo Aykol name: Hêj gelek karê divê were kirin heye heval
12:59 Li Peyasê 'Peykera Jinên Têkoşer’
12:52 Civaknasê Îranî: Banga Abdullah Ocalan dê girêka Rojhilata Navînê veke
12:34 Li Taylandê ji ber lehiyê 33 kesan jiyana xwe ji dest dan
12:23 Trump: Me di warê bidawîkirina şerê Ûkraynayê de pêşketineke mezin pêk anî
12:12 Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da
12:11 DBP’ê bertek nîşanî êrişên ser Elewiyan da
11:54 DEM Partî di çarçoveya pêvajoyê de li Awistiryayê hevdîtinan dike
11:20 DEM Partî dê 'pêvajoyê' bi konferanseke navneteweyî nîqaş bike
11:18 Tedawiya rojnameger Aykol didome
11:13 Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên li dijî Elewiyan daxuyanî da
10:57 Jinên daketin qadan: Dê berxwedana me ya li dijî tundiyê bidome
10:34 Anne Pertsch: Ji bo jinên penaber di her gavê de xetere heye
10:06 Ekonomîst Doguş: Aborî ji siyasetê hatiye qutkirin
10:02 Prof. Alaeddînoglû: Vekişîna Gola Wanê nîşaneya krîza avhewayê ye
09:28 'Binpêkirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ne, divê girtî bên berdan'
09:11 Abdullah Ocalan: PKK’ê hebûna Kurdan îspat kir, niha dema azadkirinê ye
09:06 Banga têkoşîn û piştevaniyê li jinan hate kirin
09:05 Di nava tora fihûşê de xebatên sîxurtiyê: Di nava kelûpelên Kizilayê de cîhazên guhdarîkirinê derket
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2025'AN
25/11/2025
17:57 NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir
17:38 'Ocalan bi zelalî got ku divê Kurd û Tirk di nava aştiyê de bijîn'
16:35 Jin ji bo jiyaneke li ser esasê wekheviyê li qadan e
16:33 Jin li Amedê Qêriyan: Em ê civaka demokratîk bi azadiya jinan ve ava bikin
16:19 Li Edliyeya Rihayê teqîn çêbû
16:18 Hikûmeta Şamê li Laziqiye û Humsê gule li çalakvanan reşand
16:15 Ji bo Sabrî Tendurek û Masîro Xabûr mewlûd hate dayin
16:01 Leşkeran ji bo madenê gundê Hûsikayê dorpêç kir
15:01 Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê: Em ê daxwaza eşkerekirina girtekên Îmraliyê bikin
14:05 NY: Rojê 137 jin û zarok ji aliyê xizmên xwe ve tên qetilkirin
13:59 Girtiyên jin ên edlî û siyasî: Di qawîşa 40 kesan de 60 kes dimînin
13:30 Li Kolana Îstiklalê dorpêça 25'ê Mijdarê
13:00 Îdianameya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hat qebûlkirin
12:56 Tulay Hatîmogûllari: Cînayetên jinan tên veşartin
12:29 Tedbîra kontrola edlî ya der barê rojnamevan Gok de nehat rakirin
12:21 Şîna Derya Çaglarê bi girseyî hate ziyaretkirin
12:07 Li Qoserê li malekê yek jê zarok 3 kes mirî hatin dîtin
12:05 Serokê Giştî yê EHP’ê: Yên dibêjin em partiya yekemîn in, nikarin dûrî pirsgirêka Kurd besekinin
11:55 Mehmet Ocalan: Divê hevdîtin bi gel re bê parvekirin
11:55 Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye
11:17 ‘Pergaleke naxwaze faîlan ceza bike heye’
11:07 Ajansa Welat salek li dû xwe hişt
11:00 Abdullah Ocalan banga pêşengtiya jiyana demokratîk li jinan kir
10:48 Nivîskar Çelenk: Biryara CHP’ê nîşan dide ku ji kodên xwe yên berê qut nebûye
10:40 Hebûna wê nîvesir, bandora wê temenek
09:52 Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin
09:45 Budçeya şer a 2026'an 2.1 trîlyon e: Dê rê li ber pirsgirêkên civakî yên mezintir veke
09:19 Li Şaredariya Agiriyê gavên 'nûnertiya wekhev' xurt dibe
09:17 Qala tora fihûşê ya li Licê kir
09:16 Rexmê rapora astengdariya zihnî jî cezayê muebedê danê û xistin hucreyê
09:09 Li dijî jinên ji bo Rojîn Kabaîşê edalet xwestin 'tacîza dijîtal'
09:08 Ziyaretvanên girtiyan bi lêgerîna tazî re rû bi rû dimînin
09:07 Jinên li Sûriyeyê li dijî êrişan bi hev re bi hêz dibin
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2025'AN
24/11/2025
20:42 Serokatiya Meclisê ragihand: Şande çûye Îmraliyê, encamên erênî hatine bidestxistin
17:52 Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya
16:17 Karayilan: Divê CHP ji xeletiya xwe vegere
15:30 Şînên gerîlayan bi girseyî hatin ziyaretkirin
15:16 Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket
15:08 Der heqê rojnameger Oznûr Deger û Osman Akin de doz hate vekirin
14:56 Erdogan: Biryara komîsyonê dê pêşiya pêvajoyê veke
14:49 ÎHD: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 88 jinan hat binpêkirin
14:16 Selma Irmak: Divê CHP şaşiya xwe ya dîrokî sererast bike
13:47 'Divê hemû gel piştgiriyê bidin pêvajoyê’
13:33 Xwebûn bi manşeta ‘Ne rojek her roj têdikoşin’ derket
13:10 Girteka hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê pêşkeşî komîsyonê bê kirin
12:59 ‘Di 25’ê Mijdarê de em bersivê bidin polîtîkayên şer ên jinê tune dihesibînin’
12:43 'Bila CHP lîstikên xwe yên li ser Kurdan bi dawî bike’
12:38 Komîsyona Meclisê çû Îmraliyê
12:14 Li Stenbolê dê ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ bê lidarxistin
12:05 'Em dixwazin mizginiya aştiyê bidin şehîdên azadiyê'
11:38 Fetî Yildiz beriya biçe Îmraliyê peyamek parve kir
11:29 Tehliyeya rojnameger Alî Bariş Kurt hate taloqkirin
11:23 Fîlozof Therborn: Abdullah Ocalan bi banga xwe Xelata Nobelê heq kiriye
11:04 Komîsyona Meclisê diçe Îmraliyê
10:36 Farîba Borhanzahî a Beluc: Jin, jiyan, azadî bû qêrîna hevpar
10:00 Mazlum Ebdî: Em serdana Îmraliyê pêwîst dibînin, divê Tirkiye ji vê netirse
09:06 Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Rojhilat: Destkeftiya sereke, azadî ye
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2025’AN
23/11/2025
16:10 Şîna Gunduz ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
15:52 Tedawiya rojnameger Aykol didome
15:40 Tulay Hatîmogûllari: Em li bendê ne ku CHP fikra xwe biguherîne
15:01 Li dijî talankirina daran a li Dorşînê dar hatin çandin
14:10 Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir
13:23 Li Şengalê jinan çareseriya li dijî tundiya mêr nîqaş kirin
13:16 Xwendekarek jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
12:27 Li Agiriyê gavên ‘ewlehiyê’: Li dijî ruhê pêvajoya aştiyê ye