AMED - Rêxistinên hiqûq û civaka sivîl li pêşiya Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê banga hevrûbûna bi komkujî û îşkenceyan kirin û xwestin girtîgeh bibe muzeya mafên mirovan.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê, di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li pêşiya Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê ku piştî derbeyê navê weke Tîpa E’yê hate guherandin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Hevrûbûn başbûn e, Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bila bibe muzeya mafên mirovan” hate hilgirtin.
Rêveberê Şaxa OHD’a Amedê, Ahmet Guler metna hevpar xwend. Guler, da zanîn ku dîroka girtîgehên Tirkiyeyê bi îşkence, miameleya xerab, tundiya sîstematîk û pratîkên necezakirinê teşe girtiye û xwedî hafizeyeke tarî ne. Guler, got: “Rejîma îşkenceyê ku di serdema Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê teşe girt, ne tenê rejîmeke aydê serdemekê ye; di heman demê de yek ji mînakên herî aşkera ya feraseta rêvebirina girtîgehan a aqilê dewletê ye. Tevî ku bi ser re bi dehan sal derbasbûne jî hevrûbûneke rasteqîn nehat kirin; sûcên îşkenceyê nehatin cezakirin, faîl hatin parastin û heqîqet dernexistin holê. Vê pratîka necezakirinê jî bi xwe re bidawîbûna îşkenceyê ne anî, tenê şiklê wê guherand. Sepanên tecrîda girankirî, cezayên disiplînê yên keyfî, taloqkirina tehliyeyan û xespkirina mafan ne tenê şexsan hedef digirin, di heman demê de civakê jî hedef digirin. Bi taybet di girtigehên tîpa S, Y û R de polîtîkayên tecrîdê esas tên girtin. Ev girtigeh wekî îşkencexaneya hemdem e.”
Di berdewamê de Guler bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Piştî bangê li Tirkiyeyê rewşa aştiyê pêş ket. Lê hê jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan didome. Mafê hêviyê ji bo pêkanîna aştiyê girîng e. Cîbicînekirina mafê hêviyê, di nava civakê de hêviya ji bo aştiyê kêm dike.”
'HETA HEQÎQET DERNEKEVE HOLÊ AŞTÎ ÇÊNABE’
Di berdewama axaftina xwe de Guler diyar kir ku aştî û civaka demokratîk tenê dikare bi hevrûbûna heqîqetê û bi cîbicîkirina edaletê pêkan e û wiha axivî: “Bi nixûmandina rabirdûya îşkence, înkar û necezakirinê re tu pêşerojên demokratîk nayên avakirin. Heta ku heqîqet dernekeve holê, heta ku berpirsyar hesabê nedin û heta daxwaza edaletê ya mexdûran neyê bicihanîn, dê aştiya civakî jê çênebe. Lewma jî hevrûbûna bi heqîqetê re ne vebijêrkek e; şertekî mecbûrî yê civaka demokratîk e.”
DAXWAZ RÊZ KIR
Bi domdarî Guler ev daxwaz rêz kir: “Divê mafê hêviyê ji bo çareseriyê û ewlehiya hiqûqê bê naskirin, dev ji şewitandina înfazan bê berdan, sepanên îşkenceyê ji holê bên rakirin, sepanên tecrîdê ji holê bên rakirin, polîtîkayên necezakirinê bên bidawîkirin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan mekanîzmayên heqîqet û hevrûbûnê bên avakirin û êdî pirsgirêka girtîgehan were çareserkirin da ku li pêşiya çareseriya aştiyane û demokratîk nebin astengî.”
‘HEQÎQETA VÊ GIRTÎGEHÊ AŞKERA BIKIN’
Di dawiyê de Hevberdevkê Koordînasyona Muzeya Girtîgeha Amedê Şerefxan Aydin axivî û destnîşan kir ku ev girtîgeha di dîrokê de bûye navenda berxwedanê, navê xwe li dîrokê nivîsandiye û got: “Divê heqîqeta ve girtîgehê bê aşkerekirin. Lê em dibînin ku bi rêya restoresyonê tevahî heqîqet ji hole hatiye rakirin. Divê hem zilm hem jî berxwedana li vir bê parastin. Resterasyon bi salan e didome. Ji bo bîra gel ji holê rakin her tişt tê kirin. Divê gel rê nedê vê tişte.”
