Navnîşana sînemaya azad

img
QAMIŞLO - Komuna Fîlm a Rojava bi dehan fîlm û belgefîlmên ku di 10 salan de çêkirin, ronî da şoreşê. Hevserokê Komunê Nûman Yîgît diyar kir ku armanca wan ew e bibin "dengê gel û şoreşê" û bang li sînemagerên Kurd kir ku tecrûbeyên xwe parve bikin.
 
Komuna Fîlm a Rojava, kolektîfek e ku ji 14'ê Tîrmeha 2015'an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di qada sînemayê de dixebite. Komuna ku bi perspektîfa civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê hatiye avakirin, li dijî bişaftina çandî têkoşînê dide. Komuna ku bi armanca "afirandina sînemayeke azad" tevdigere, ji roja hatiye avakirin ve tiştên di Şoreşa Rojava de qewimîne ji bo perdeya spî vediguhezîne. Di heman demê de bîrekî ava dike.
 
Ligel atolyeyên sînemayê û bernameyên perwerdehiyê, kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên metraja dirêj dikşîne. Fîlmên "Ji bo Azadî" û "Kobanê" yên ku mijara wan berxwedana dîrokî ya Kobanê ye, projeyên komunê yên herî tên zanîn in. Komunê herî dawî fîlmê "Heval Birako" yê ku behsa têkoşîna rasteqîn a du birayên Êzidî yên hewl didin ji esareta DAIŞ'ê rizgar bibin dike û belgefîlma Hemo yê ku di fîlmê Kobanê de rola emîrê DAIŞ'ê dilîst, kişand.
 
Em bi Hevserokê Komuna Fîlm a Rojava derhêner Nûman Yîgît re li ser tiştên der barê komunê de tên meraqkirin axivîn.
 
 
DU RÊGEZÊN BINGEHÎN
 
Yîgît diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû jiyan li ser komunan hatiye birêxistinkirin û ew jî vê yekê esas digirin. Yîgît destnîşan kir ku du rêgezên bingehîn ên komunê hene û ev tişt got: "Yek ji van, xebatên ji bo çand, ziman û hunera vî gelî ya ku bi sedsalan e rastî asîmîlasyonê hatiye. Ya din jî nêzîkatiya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ye."
 
JIN PÊŞENG IN
 
Yîgît destnîşan kir ku ligel Kurdan ew ji bo nîşandana çanda gelên din jî hewl didin û got ku jin pêşengiya komuna wan dikin û wiha pê de çû: "Komun parçeyekî vê şoreşê ye. Em nikarin xwe ji şoreşê cuda pênase bikin. Ev şoreş bi pêşengiya jinê pêk hat. Di her qadê de pêşengiya jinan heye. Jin di heman demê de rêgezên civaka exlaqî û polîtîk ava dikin. Hevalên jin di avakirina komunê de jî bi awayekî çalak cih girtin. Herwiha rola pêşengiyê dilîzin. Di demên dawî de derhêneriya hin xebatan jî jinan kir."
 
DI ŞERT Û MERCÊN ŞER DE HUNER
 
Yîgît bal kişand ser zehmetiyên xebatên sînemayê yên di şert û mercên şer de û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hemû sînemager ji bo ku xwe baştir îfade bikin hawîrdoreke aram û bîstîqrar dixwazin. Lêbelê xebatên sînemayê tenê di hawîrdorên aram û bîstîqrar de çênabin. Carinan xebatên hunerî yên herî xurt di hawîrdoreke şer û nakokiyan de derdikevin holê. Her kes dikare di şertên rihet de tiştan biafirîne. Lê di şertên zehmet de hilberandin biqîmettir e. Ji sala 2011'an ve şer heye. Ambargoyeke aborî heye, zehmetiyên jiyanî hene. Çi dibe bila bibe sînema jî ji vê bandor dibe. Lêbelê şer, di demên dawî de êdî ji bo xebatên me ne asteng e. Em zehmetiyê dikişînin, dibêjin 'gelo', lê dev ji hilberînê bernadin. Di mercên şer de jî lazim e mirov heqîqeta vê civakê nîşan bide. Heke nebe, tu rol û mîsyona sînemayê namîne."
 
Yîgît destnîşan kir ku ew zehmetiyên aborî jî dikişînin lê ev ne asteng e li pêşiya xebatan. Yîgît destnîişan kir ku ew hewl didin bi şêwazeke kolektîf vê pirsgirêkê çareser bikin û wiha got: "Em nikarin bibêjin em qet bandor nabin. Lê ligel vê yekê xebatên me didomin. Aborî pêdiviyek e lê tiştê esas ne ev e. Manewiyatek heye, hevrêtiyek heye."
 
BANGA LI SÎNEMAGERAN
 
Yîgît rave kir ku divê sînemagerên Kurd ên li deverên cuda tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin, bibîr xist ku ji ber vê yekê wan banga "Divê sînemagerên Kurd berê xwe bidin Rojava" kirine. Yîgît axaftina xwe wiha domand: "Gotineke Xelîl Dag heye: 'Divê sînemager berê xwe bidin çiyê.' Çiya ji bo me Kurdan metaforeke azadiyê ye. Gel ji berê ve ji bo parastina çand û zimanê xwe berê xwe daye çiyê. Divê sînemagerên Kurd jî berê xwe bidin azadiyê. Ev, di parastina çand û ziman de mijareke girîng e. Di sînemaya Kurdî de parçebûnek heye. Carinan em tên cem hev. Lê nîqaşên sînemayê û parvekirin têrê nake. Ji ber pirsgirêkên wekî şer û ambargoyê ev bang zêde bersiv nedît. Lê êdî her kes dikare van zehmetiyan li ber çavan bigire û were. Sînemaya Kurdî bi çêkirina çend fîlman bi pêş nakeve. Divê sînemager tenê ji bo hilberînekê jî neyên. Divê em tecrubeyên xwe parve bikin, ragihînin civakê. Sînema wisa bi pêş dikeve."
 
REXNEYÊN LI SER SÎNEMAYA KURDÎ
 
Yîgît pirsgirêkên sînemaya Kurdî jî nirxand û bal kişand ku Kurd heta niha bi mijarên wekî sînor, koçberî û mirinê bûne mijara sînemayê. Yîgît bal kişand ser rewşa sînemaya Kurdî ya li Îranê û got: "Nêzîkatiyek heye ku tenê aliyê êşê yê gel tîne ziman. Sînemaya Kurdî ne tenê çîroka sînor, koç û mirinê ye. Ligel vê, çîroka azadî û têkoşînê, çîroka berxwedana çandî ye. Sînemagerên Rojhilat divê vî aliyê gelê xwe jî bînin ziman. Divê karibin gavên wêrektir biavêjin."
 
Yîgît diyar kir ku her çend li Bakurê Kurdistanê tecrubeyek hebe jî di sînemayê de qutbûn û parçebûn heye û destnîşan kir ku sedema sereke ya vê yekê "mayîna di bin bandora dewletê de ye". Yîgît destnîşan kir ku xebata sînemayê divê ne tenê ji bo çêkirina festîvalan an jî bidestxistina ecibandina beşên desthilatdar ên sînemayê bê kirin. Yîgît anî ziman ku divê ew nêrîna ku berê xwe dide dewletê bê şikandin û di berdewamiya axaftina xwe de got: "Divê em berê xwe bidin çanda xwe."
 
Yîgît diyar kir ku li Herêma Federe ya Kurdistana derfetên sînardar hene û wiha axivî: "Sînemaya Başûr, dema derfet û şertên heyî tên nirxandin, li paş parçeyên din dimîne. Dibe ku ev bi piştgiriya sînemayê ve jî girêdayî be. Gelek pirsgirêk hene lê beriya her tiştî divê ji rewşa teqlîdkirinê derkevin. Festîvalên li Silêmanî û Duhokê ji heqîqeta civakê dûr in. Sînema tenê bi şovê yan jî bi xalîçeyên sor bi pêş nakeve. Bi bedleyan û bi smokînan bi pêş nakeve. Li gorî min rexneya herî mezin ev e. Vegereke li cewhera xwe hewce ye. Budçeyên mezin ên ji bo van festîvalan tên veqetandin heke ji sînemageran re bên veqetandin dê sînema hîn bêhtir bi pêş bikeve."
 
Yîgît anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di xebatên sînemayê de gelek kêmasî hene û got: "Kêmasiya me ya herî mezin ew bû ku me nikaribû mirovan bêhtir perwerde bikin. Bi komên din re ruhekî kolektîftir dikaribû bê avakirin. Ji niha û pê ve em hedef dikin ku vî ruhî ava bikin û bêhtir hilberînê bikin."
 
'EM DIXWAZIN BIBIN DENGÊ ŞOREŞÊ'
 
Yîgît balkişand ku wekî komun ew dixwazin bibin "dengê gel û şoreşê" û diyar kir ku di vê di vê çarçoveyê de ew dixwazin bi her kesê ku dixebitin re bixebitin. Yîgît got ku ew dixwazin bi kesên ku dixwazin bi wan re bixebitin re di çarçoveya rêgezên komunê de bixebitin û di çarçoveya derfetan de ew dikarin her cure piştgiriyê bidin.
 
Sibê: Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
 
MA / Azad Altay

Sernavên din

12/12/2025
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye