Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin

  • jin
  • 09:08 7 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya ya ku tevlî civînên li dijî tora fihûşê ya li navçeya Licê bû, diyar kir ku ew ê der barê rewşên gumanbar ên di têkiliyên di xebatan de derketine holê lêkolînan bikin û got ku ew ê di vê çarçoveyê de komîsyonan ava bikin.

 
Xebatên partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên têkildarî tora fihûşê ya ku me li navçeya Licê ya Amedê derxistibû holê didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navçeyê li dijî polîtîkayên şerê taybet seferberî ragihandin û tax bi tax, mal bi mal serdanan dikin.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya ku tevlî civînan bû, civîn û hevdîtinên kirine nirxand.
 
 
Adalet Kayayê diyar kir ku di 10 salên dawî de li herêmê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û anî ziman ku ev polîtîka li ser esasê bênasnamekirin, bêkesayetkirina jina û ciwanan e. Adalet Kayayê got ku ev yek bi polîtîkayên tiryak, fihûşê û sîxurkirinê tê kirin.
 
‘EM Ê TÊKOŞÎNEKE HEVPAR BIMEŞÎNIN’
 
Adalet Kayayê destnîşan kir ku Licê cihê ku li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên dewletê têkoşîna herî xurt lê tê dayîn e û bi zanebûn hatiye hilbijartin û ev tişt got: “Me dît ku li vir tenê pêdivî bi pêşengiyekê heye û divê ev bi awayekî birêxistinkirî derkeve holê. Ji ber vê em difikirin ku bi hev re; xebateke sîstematîk û birêxistinkirî derxînin holê. Em ê li hemberî van êrişên li dijî ciwan û jinan têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
 
‘EM Ê KOMÎSYONAN AVA BIKIN’
 
Adalet Kayayê diyar kir ku li dijî vê yekê li Licê îradeyeke xurt a gel heye, di vê çarçoveyê de ew tax bi tax civînan dikin û ew ê komîsyonan ava bikin. Kayayê anî ziman ku li dijî hemû van tiştan ew ê jiyana komunal ava bikin. Kayayê da zanîn ku di civînên kirine de derketiye holê ku pêdiviya ciwanan bi qadên ku bikaribin spor, çalakiyên çandî û perwerdehiyê heye û pêdiviya jinan jî bi mekanîzmayên ku dema rastî tundiyê hatin, gef li wan hat xwarin û rastî şantajê hatin serî lê bidin heye û diyar kir ku li vir kar dikeve ser milê şaredariyê jî. 
 
Adalet Kayayê diyar kir di civînên kirine de gel gotiye kolan û park ne ewle ne û nîvê şevê wesayîtên luks diçin nuqteyên diyar ên navçeyê û rewşên gumanbar rû didin û got ew ê li dijî van rewşên gumanbar pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Adalet Kaya wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê em ê xebateke piralî û berfireh bikin. Meseleya esasî hişyarbûn e, em ê zemîna hevrêtiya komunal, jiyana komunal û jiyana demokratîk tê de ava bikin.”
 
‘DIVÊ YÊN NEÇARÎ NAV FIHÛŞÊ BÛNE NEYÊN ÎFŞAKIRIN’
 
Adalet Kayayê destnîşan kir ku kesên ku neçarî fihûşê bûne piştî ku hatin tespîtkirin divê bêyî ku bên îfşakirin bên parastin, derfetên nû ji wan re bên afirandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî vê yekê wê şaredariya me li Licê navendeke jiyanê veke. Divê ew bi lez bikeve meriyetê. Dîsa divê ev jin piştgiriya psîkolojîk, sosyolojîk û hiqûqî wergirin û bi di nava mekanîzmayeke parastinê de bin. Meseleya me ew e ku em van mirovan dîsa li civakê vegerînin, dîsa wan arasteyî jiyaneke bi rûmet bikin, qadên nû ji wan re vekin, bêyî ku nasnameya wan îfşa bikin wan arasteyî kar û cihên ku bi keda xwe lê bixebitin bikin.”
 
BANG
 
Adalet Kayayê bang li jin û ciwanên ku neçarê fihûşê bûne û dixwazin jê xelas bibin kir û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Di rewşên wiha de dikarin serî li şaredariya me, saziyên me yên jinan bidin. Em ê piştgiriya pêwîst bidin wan. Nexasim jinên ciwan divê li kolanê, dibistanê, malê, kargehê û li her derê bigihîjin zemînekî ku bikaribin jiyana xwe bi awayekî bi rûmet, wekhev û azad bijîn.”
 
MA / Heval Onkol   

Sernavên din

12/12/2025
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN
10/12/2025
21:14 Li Licê li dijî fuhûşê dê meş bê lidarxistin
20:24 Ji Cenevreyê bang: Divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe
19:13 Cezayê bidarvekirina Werîşe Mûradî hat betalkirin
19:05 Festîvala Fîlman a Amedê bi eleqeyek xurt didome
16:56 Li Tetwanê civîna gel: Cara ewil bû Adullah Ocalan ewqas bi hêvî li pêvajoyê dinihêrt
16:55 Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve
16:25 Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
15:51 Ji NY’ê re name: Ji bo cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ dewletên endam teşwîq bikin
15:48 DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ dan Meclisê
15:45 Ji bo PKK’iyan şîn hatin danîn, mewlûd hate dayin
15:35 Astengkirina qursa Kurdî hat şermezarkirin: Zimanê me rûmeta me ye
15:04 Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin
14:36 Ji Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê daxuyaniya 'mafê hêviyê'
14:35 TJA, DBP û DEM Partiyê têkildarî Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan
13:14 Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin
13:07 Di saleke desthilata HTŞ'ê de jin: Revandin, kuştin, destdirêjî
12:19 Li Amedê meşa mafên mirovan: Divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin
12:18 Parêzerê ÇHD'î hat binçavkirin
12:16 Artemêt dibe bajarê azad û ekolojîk ê jinan
12:04 Bîranîna Komkujiya Garê: Em ê şerxwaziya we têk bibin
11:41 Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome
11:22 Lêkolîn: Ji sedî 97'ê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin serdanên Îmraliyê bidomin
10:48 Akademîsyenê misrî: Dixwazim Ocalan di şertên azad de li Rihayê bibînim
10:42 Li Amedê mij bû sedema zehmetiyan
10:39 DEDAŞ ku ceza li 600 malî birî, ceryana ocaxa tenduristiyê jî birî
10:14 Oral ê ku Ayşe Înceyolê revand, heman şevê wî û cendirmeyan peyam ji hev re şandiye
10:13 Dr. Yavîç: Rewşa girtiyên nexweş divê ji bextê ATK'ê re neyê hiştin
10:12 Mînîbusa karkerên çandiniyê qelibî: 18 kes birîndar bûn
09:59 Hevserokê Meclisa Ermenan: Me xwe bi felsefeya heval Apo nas kir
09:18 Derhênera 'Xwêfiroş' banga xwedîderketina li xwezayê kir
09:16 Ji Abdullah Ocalan der barê bûyerên civakî de peyamên girîng
09:15 Girêsor ê Panosê veguheriye girê sergoyê
09:09 Derhênerê fîlma namzetê Oscarê: Em dixwazin Amed bibe Cannes a Kurdistanê
09:08 DEM Partî ji bo 'Nan û Aştiyê' dê ber bi Enqereyê ve bimeşe
09:02 Parêzer Azurtza: Divê bê zanîn ku Ocalan şexsiyetekî diyarker e
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2025'AN
09/12/2025
19:53 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 14 fîlm hatin nişandan
16:29 Li Wanê rêveberiya herêmî û GABB bi jinan re civiyan
16:25 Li Dêrsimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
16:20 Rêxistinên hiqûqê rapora binpêkirinên li girtîgehên Rihayê eşkere kirin
16:09 Dê di doza Ayla Akat Atayê de mutalaa bê amadekirin
15:58 Di îşkenceya kardêr de ceza li 4 kesan hat birîn
15:39 'Gotin, tu yê hêza Tirkan bibînî û îşkence li girtî kirin'
15:21 Der barê îdiaya kesa di wêne de biryara beraetê
15:01 Rojbîn Sonmez hat bibîranîn
14:31 Li Edliyea Şirnexê polîsekî hewl da xwe bikuje
13:55 Di lêpirsîna HDK'ê de cezayê girtîgehê li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn
13:29 Partî dê raporên xwe yên 'çareseriyê' berpêşî meclisê bikin
12:29 HSD: Hewldanên ji bo têkbirina aramiyê dê bi helwesteke xurt werin bersivandin
12:20 Konseya Bajêr dê bi rojeva dagirkeriya li Hewsel û Pira Dehderî bicive
11:11 Hevşaredarê Miksê ji bo vegere ser peywira xwe serlêdan kir
11:03 Şaredariya Agiriyê di salekê de rengê bajêr guherand
10:41 Akademîsyen Lemkow: Ez tev li Abdullah Ocalan dibim
10:33 'Abdullah Ocalan me vedixwîne nîqaşa sosyalîzmeke nû'
10:04 Hevserokê ÎHD'a Antalyayê: Divê şertên Abdullah Ocalan bên sererastkirin
09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye