Rapora Mijdarê ya MKG'ê: Zextên li ser rojnamevanên jin didome

  • jin
  • 11:41 10 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Li gor rapora meha Mijdarê ya MKG'ê; rojnamevaneke jin hatiye binçavkirin, yek ji bo îfadeyê hatiye gazîkirin,3 lêpirsîn hatine vekirin, 2 doz hatine vekirin û li 5 rojnamevanan 2 al û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye birin û girtina 3 rojanemavan û darizandina 12 rojnamevanên jin didome. 

 
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Mijdarê eşkere kir. MKG'ê di rapora xwe de ragihand ku daneyên meha Mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguherin cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî "rîskên normal ên pîşeyê" bên normalîzekirin û wiha hat gotin: "Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe."
 
'REWŞA ÇAPEMENIYÊ LI TIRKIYEYÊ HER KU DIÇE LAWAZ DIBE'
 
Di raporê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Di 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de, rewşa azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê ji bo rojnamevanan her ku diçe lawaztir dibe. Mafê îfade û agahdariyê ku yek ji mafên mirovan ên herî bingehîn e, di tevahiya mijdarê de bi binçavkirin, lêpirsîn, gef û dozên şîdeta dîjîtal careke din hatiye binpêkirin. Ev rewş Hefteya Mafên Mirovan, ji bo çareseriyên di derbarê ewlehî û azadiya rojnamevanan û mafê raya giştî yê gihîştina rastiyê de, dike bangek lezgîn. 
 
ZEXTÊN SER AZADIYA XWEÎFADEKIRINÊ 
 
Di meha mijdarê wêneyekî zextên berdewam û her ku diçe berbiçav ên li ser rojnamevanan eşkere bû. Binpêkirinên mafên mirovan ên ku di tevahiya mehê de hatine jiyîn nîşan dan ku rojnamevan hem di pêvajoyên dadwerî de û hem jî di pratîkên meydanî de hîn jî dibin hedef. Bi taybetî di demên aloziya siyasî de, rapor û parvekirina rojnamevanan pir caran wek sûc tê hesibandin; ew ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî yên ku divê di çarçoveya azadiya ramanê de were hesibandin, bi binçavkirin, lêpirsîn, doz û gefan re rû bi rû dimînin, 
 
Yek ji sernavên herî berbiçav ên vê mehê zêdebûna girîng a zextê ya li ser azadiya ramanê bû. Lêpirsînên nû li dijî gelek rojnamevanan hatine destpêkirin û meyla cezakirinê di dozên heyî de jî berdewam kiriye. Heta bîranîna rojnamevanên ku di êrîşên SÎHA'yan de hatine qetilkirin jî bû mînaka darizandinê. Ev mînakek berbiçav e ku çawa rojnamegerî tê krîmînalîzekirin. Azadiya çapemeniyê hîn jî mijarek sereke ye ku ji hêla tohmetên li dijî rojnamevanan ve tê kirin, dibe hedef.
 
Di heman demê de, gefên li ser ewlehiya rojnamevanan jî curbecur dibin. Gefên kuştinê yên li Qibrisê li derhênera weşanxaneyê hatine xwarin, careke din asta xeternak a zêdebûna belavbûna gotinên nefretê û peyamên destdirêjiyê yên di qadên dîjîtal de, raxist pêş çavan. Şîdeta dîjîtal êdî îstîsnaî nîne; ew bûye amûrek zordariyê ya birêkûpêk.
 
Her çend bêewlehî, mobîng û cudakariya ku rojnamevan di jiyana xwe ya kar de pê re rû bi rû dimînin pir caran nayên dîtin jî, ew wekî qadeke din a binpêkirinê dimînin ku bandorek cidî li ser çalakiyên wan ên pîşeyî dike.
 
MIRINA BI GUMAN A DÎLAN KARAMANÊ
 
Mirina bi guman a Dîlan Karaman a di nava têkoşîna azadiya jinan de cihê xwe girtiye û serdemekê faliyetên rojnamegeriyê kiriye, ne tenê xemgîniyeke kûr e, di heman demê de gefên sîstematîk ên ku jin pê re rû bi rû dimînin jî derxist holê. Em bawer dikin ku lêpirsîna mirina Dîlan Karaman dê zû bi encam bibe û rastî dê were eşkerekirin. Em ê ji nêz ve bişopînin.
 
Daneyên meha mijdarê nîşan didin ku zext li ser rojnamevanan dewam dike, pêvajoyên darizandinê her ku diçe vediguhere cezakirinê û hewl tê dayîn ku gef û girtin wekî 'rîskên normal ên pîşeyê' bên normalîzekirin. Ev rewş pêwîst dike ku binpêkirinên mafan werin dîtin, belgekirin û hevgirtina di navbera rojnamevanan de bêtir were xurtkirin da ku çapemeniya azad xurt bibe."
 
BINPÊKIRIN 
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku di meha Mijdarê de rojnamegerek hatiye binçavkirin, ji bo îfadeyê bang li rojnamegerekê hatiye kirin, der heqê 3 rojnamegeran de lêpirsîn hate vekirin û doz li 2 rojnamegeran hate vekirin, li 5 rojnamegeran bi giştî 2 sal û 11 meh cezayê hefsê hate birîn, darizandina 12 rojnamegeran didome û 3 rojnameger jî girtî ne.          

Sernavên din

15:53 Li Wanê civîna gel: Têkoşîna me dê bi azadiya Rêber Apo bi encam bibe
15:31 Berfîn Nûrhaq û Sema Roza li Mêrdîn û Amedê hatin bibîranîn
15:22 Polîsê Kazanhan qetilkirî ev 11 sal in nayê girtin!
14:48 Li ber Girtîgeha Amedê banga hevrûbûnê hat kirin
13:36 Ji Aykol re name: Di dinyaya me de herî zêde tu heyî
13:26 'Bêdengbûna çekan encam nîne, destpêk e: Armanc, aştiya pozîtîf e’
12:49 Li Hatayê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
12:47 Şandeya Îmraliyê dê bi Davutoglû re hevdîtinê bike
12:43 Rapora BÎSAM’ê: Sînorê xizaniyê bû 94 hezar û 393 lîre
12:37 Hevdîtina Şandeya DEM Partiyê û Ozel hat taloqkirin
11:17 Îtîraza li dijî taloqkirina berdana rojnameger Kurt nehat qebûlkirin
10:46 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê bên bibîranîn
10:36 Hejmara kesên li Awûstralyayê di êrişa çekdarî de mirin derket 15’an
10:28 Kesên ji bo Nan û meşiyan: Ne ji bo şer ji bo aştiyê bixebitin
10:20 Dayikên Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan di nav miletê xwe de be
10:08 Prof. Jorge Riechmann: Gavên Abdullah Ocalan rêyên nû yên aştiyê vekir
09:48 Daxwaza gel: Bila Bahçelî gotina xwe bicih bîne û Abdullah Ocalan azad bibe
09:27 Ji bo Serhedê hişyariya barîn û sermayê
09:07 Xwebûn bi manşeta ‘Licê de şero taybet’ derket
09:06 Li Colemêrgê ji ber hewayê qirêjî 230 kes miribûn: Divê pêşiya talankirina xwezayê bê girtin
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
14/12/2025
22:35 3'yemîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
16:48 Li Mûşê civîna gel: Em ê pêvajoyê bi ser bixin
16:38 Li qada şewitî 5 hezar darên berûyê hatin çandin
16:36 3’yemîn Mihrîcana Fîlman a Amedê bi pêşandana fîlman didome
15:50 Meşvanên ‘Nan û Aştiyê’ li Enqereyê ne: Budçeya ne ji bo şer, ji bo gel û kedkaran
15:49 Kesên di qedexeya derketina kolanan de hatibûn qetilkirin hatin bîranîn
15:16 'Komun û meclis biqasî nan û av pêwîst in’
14:57 Li Cizîr û Êlihê şîn bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:43 Omer Ocalan: Rêber Apo dibêje ‘divê li her malê bi Kurdî bê axaftin’
14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê