STENBOL - Dayikên Şemiyê diyar kirin ku kiryarên kuştina Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa ku di dema binçavkirinê de hatin kuştin, bi bêcezatiyê tên parastin û daxwaza edaletê kirin.
Çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku daxwaza eşkerekirina aqûbeta xizmên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin û kuştin û darizandina sûcdaran dikin, di hefteya 1081'emîn de berdewam kir. Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê bi qurnefîl û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin kom bûn û li aqûbeta Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa pirsin û edalet xwestin.
Daxuyanî ji aliyê Masîde Ocak, xwişka Hasan Ocak ve hate xwendin ku di dema binçavkirinê de hatibû kuştin. Masîde Ocakö çîroka Demîr û Akîpa parve kir û got: "Îbrahîm Demîr (36) û Agît Akîpa (39) li gundê Çukurlu yê navçeya Hezexê ya Şirnexê dijiyan. Agît Akîpa di heman demê de muxtarê gund bû. Di 12'ê Kanûna 1991'ê de, traktora ku Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa bi gundiyên din re ji bo vegera malê ji Hezexê lê bûn, ji aliyê leşkeran ve li ser rê hat rawestandin. Îbrahîm Demîr û Agît Akîpa ji aliyê Fermandarê Tabûra Piyade û leşkerên Fermandariya Tabûra Dargeçît Anîtliyê ve li gundê Agaçliyê hatin binçavkirin."
Masîde Ocakê diyar kir ku dema malbat çûne qereqola cendirmeyan, fermandarê qereqolê gotiye, "Me ew qet nedîtine" û wiha domand: "Leşkerekî bi dizî ji malbatan re gotiye ku 'biçin şikeftan'. Malbat, digel gundiyan, li herêma ku leşker nîşan daye bihost bi bihost lêgerîn kirine. Di 13'ê Kanûna 1991'ê de, cenazeyên bêcan ên kesên winda di şikeftekê de hatin dîtin ku deriyê wê bi keviran hatibû girtin; ew hatibûn îşkencekirin, çav û destên wan girêdayî bûn. Di lêpirsîna ku li ser bûyerê hat destpêkirin de, Dozgeriya Komarê ya Îdîlê gihîşt wê encamê ku Cîgirê Fermandarê Tabûra Piyadeyan li gundê Agaçliyê, digel leşker û binefseran gumanbarên 'kuştinê' ne. Lêbelê, Lijneya Rêveberiya Qeymeqamtiya Dargeçîtê destûr neda dozgeriyê ji bo lêpirsînê û ev biryar rê li ber darizandina gumanbaran girt."
Masîde Ocakê bilêv kir ku di sala 2011'an de malbatan bi rêya parêzerê xwe Tahîr Elçî careke din gilî kirine û got: "Dozgeriyê lêpirsîneke nû da destpêkirin. Serî li gelek saziyan da ji bo agahiyan. Lê saziyan ragihand ku di arşîvên xwe de rastî tu agahî û belgeyan nehatine. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Îdilê der barê peywirdarên Qeymeqamtiya Dargeçîtê de ku peywira xwe baş nekiribûn û dosyeyê winda kiribûn lêpirsîn da destpêkirin. Lê di lêpirsînê de tu encam bi dest neket û dosye ket ber demboriyê. Lê em ê ji bo Demîr û Akîpa û hemû xizmên xwe yên winda dest ji doza edaletê bernedin."
