ÎZMÎR - Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Berfîn Nûrhaq û endama YJA Starê Sema Roza li Îzmîrê hatin bibîranîn.
Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Hanim Demîr (Berfîn Nûrhaq) û endama YJA Starê Încî Sumbul (Sema Roza) ku di 13’ê Kanûna 2021’ê de li Qada Garê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirin ya Anatoliyayê re (ANYAKAYDER), li Îzmîrê hatin bibîranîn. Bîranîn, li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Di bernameyê de gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî sînevîzyona ku jiyana Berfîn Nûrhaq û Sema Rozayê vedigot hate pêşandan.
'MÎRATEYA WAN DÊ DI HÊZA JINÊN KURD DE BIJÎN’
Hevseroka ANYAKAYDER’ê Bediha Guzelyuzê di bîranînê de got: “Jinên Kurd di hemû qadan de û di dîrokê de rolekî diyarker lîst. Îradeya avaker a şoreşê ye. Berfîn Nûrhaq, ruhê berxwedêr, rûmet û biryardariya têkoşîna jinên Kurd ji me re mîrate hişt. Di bîra me de her tim dê weke kesa li dijî zext û înkarê bêdeng nemayî û azadiya jinê esas digirt bimîne. Mîrateya hevrêyên me Berfîn û Semayê dê di hêza rêxistinkirî ya jinên Kurd, di berxwedêrî û biryardariya wan de bijî. Em di şexsê Berfîn û Semayê de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û careke din soza dilsoziya xwe ya bi wan re didin.”
Dayika Aştiyê Peyruze Kurtê jî diyar kir ku Berfîn Nûrhaqê li dijî zextên ser Kurd û jinan têkoşiya û got: “24 salan ji bo gelê xwe ked da, têkoşiya. Em ê wan tu caran ji bîr nekin. Em ê xwedî li her muyê serê wan ê li çiyê jî maye derkevin. Em ê vê têkoşînê heta dawiyê bidomînin.”
