AMED - Şaredariya Peyasê, 5’emîn Hevdîtina Keda Jinê pêk anî. Di hevdîtinê de jinan diyar kirin ku hem dixebitin hem jî bi hev re di piştevaniyê de ne.
	Şaredariya Peyas a Amedê li Parka 75’an bi navê ‘Pevgîhina Keda Jinê’ pêk anîn. Gelek jin û zarok tevli hevdîtinê bûn. 
	Di bernameyê de fîlm hat nîşandan û li aliyê din jî jinan xwarinên li malê çêkiribûn û berhemên din yên destan raxistin.
	Bername heta derengiyê berdewam kir.
								