Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye

  • jin
  • 15:44 19 Mijdar 2024
  • |

ENQERE - Ji Dayikên Aştiyê Emîne Eren li Meclisê axivî û wiha bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriyê yên îktîdarê: “Heke hûn aştiyê bixwazin, dest bidin destê Îmraliyê. Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye.” 

Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Emîne Eren beşdarî civîna koma jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a li Meclisê bû. Emîne Eren, piştî axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Emîne Eren, anî ziman ku ew ji bo aştî û edaletê têdikoşin û wiha domand: “Ji me re dibêjin ‘qaşo dayikên aştiyê.’ Bi vê gotinê daxwazên me îllegalîze dikin. Em Dayikê Aştiyê yên rasteqîn in.” 
 
 
Emîne Eren diyar kir ku ew li dijî her cureyên neheqiyê ne û wiha got: “Li ku derê neheqî hebe em ê li wir bin. Em tundiya li dijî jinan jî şermezar dikin. Weke dayikan, em ê li dijî tacîz, tecawiz û komkujiyan li kolan û meydanan bin.” 
 
KOMKUJIYÊN JINAN ZÊDE BÛN
 
Têkildarî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka kurd jî Emîne Eren wiha got: “Me her tim aştî xwest û dixwazin. Tu qala aştiyê dikî lê me dixapînî. Îro dibêjî lê sibe dev jê ber didî. Em ji bo aştiyê amade ne. Heta ku aştî neyê vî welatî dê her tim mirin hebe. Ji roja hûn bûne şirîk heta niha komkujiyên jinan zêde bûn û zêde dibin. Sedema vê hûn in. Mirina zarokan zêde bû. Hûn qeyûman tayîn dikin.” 
 
Di berdewamê de Emîne Eren bal kişand ser gotina AKP-MHP’iyan a têkildarî “Aştiyê” û axaftina xwe wiha qedand: “Em wekhevî û aştiyê dixwazin. Heta aştî û azadî neyê vî welatî dê ne kurd ne jî tirk azad nebin. Nifteya aştiyê jî li Îmraliyê ye. Dest bidin Îmraliyê. Nifteya aştiyê di destê birêz Ocalan de ye. Heta ku birêz Ocalan azad nebe, heta gelê kurd azad nebe gelê tirk jî azad nabe. Werin destê xwe bidin destê kurdan. 40 milyon kurd hene. Heke aştî neyê dê komkujî û bêedaletî zêde bibin. Werin ev dinya bi têrî me tevan heye. Em xwişk-bira ne. Weke Dayikên Aştiyê me hêj hestiyên zarokên xwe nedîtine lê tevî vê jî ji bo aştiyê destê xwe dirêj dikin.”