Hejmara 138’an a kovara Jinê derket
- jin
- 09:41 19/10
Hejmara 138’an a kovara Jinê bi manşeta “Zayendîkirina ked û xizaniyê” derket.
Hejmara 138’an a kovara Jinê bi manşeta “Zayendîkirina ked û xizaniyê” derket.
Platforma Jinan a Edeneyê bertek nîşanî gotinên zayendperest û nijadperest ên li dijî Pervîn Bûldanê dan û got: "Yên ku vî zimanî hildiberînin, berdewamkerên şer û dijminatiyê ne."
Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê meşiyan. Xwendekaran, di daxuyaniya xwe de got: "Xwestina edaletê ya ji bo Rojînê ne ji bo kesekê ye, ji bo parastina mafê jiyanê yê hemû jinan e.”
Endamê Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç ku di otopsiya Rojîn Kabaîşê de cih girtibû, got: “Ji destpêka bûyerê ve kêmasiyên di pêvajoya vekolînê de mixabin pêvajo zehmet xist.”
Jinên TJA'yî diyar kirin ku ji bo ronîkirina mirina Rojîn Kabaîşê ku bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da, divê pirsên wekî "ATK hewl dide çi biparêze? Rektor çi vedişêre?" demildest bên bersivandin.
Li navçeya Silopiyayê li dijî hemwelatiya Herêma Federe ya Kurdistanê Jamelah Mohsîn Barhoo (26) bi kêran êriş hate kirin. Di êrişê de welatiya jin birîndar bû.
Piştî meşa ku ji bo Rojîn Kabaîşê hat lidaxistin, xwişka wê Elîf Kabaîş axivî û bang kir ku divê kiryar bên dîtin.
Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil û Zanîngeha Munzûrê ji bo mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meş li dar xistin.
Xwişka Rojîn Kabaîşê Elîf Kabaîşê xwest ku nasnameya 2 mêrên ku DNA'yên wan li ser laşê xwişka wê derketiye bê aşkerakirin û got: “Ev her du kes kî ne? Çima DNA'yên wan nayên aşkerakirin?"
Dermanê kurmancî ku şûna tiba nûjen digire, li Kurdistanê ji aliyê jinên "şîfakar" didome. Ji kesên vî karî dikin Rabîa Algorê ji hêla jinan ve domandina şîfakariyê ravekir û got ku mêr zêde bala xwe nadin nebatan û axê, lê meraqa jinan heye.
Qeydên atolyeya Jineolojiyê ya ku dê li navçeya Avcilar a Stenbolê bê lidarxistin, dest pê kir.
Di musabeqeya Tîma Futbolê ya Jinan a Amedspor û Hakkarîgucuyê de, alîgiran ji bo Rojîn Kabaîşê doza edaletê kirin.
Şaredariya Ebexê, bi mebesta wekheviya zayendî û cihgirtina jinan di mekanîzmayên rêveberiyê de Meclisa Jinan ava kir.
Koordînasyona Kongra Star a Cizîrê, di çarçoveya kampanyayê de ji Abdullah Ocalan re hezar û 800 name şandin.
Ji bo Rojîn Kabaîşê li Zanîngeha Dîcleyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Xwendekaran got ku hewldan hene ku bi ser bûyerê bê girtin û pirsa “Kî, çima tên parastin?” kirin.