Derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn
- jin
- 09:49 29/11/2022
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Li meclisê hevdîtinên budçeya ji bo 2023’yan temam bûn. Akademîsyen Yasemîn Ozgunê ji bo budçeya nû got: “Di budçeyê de ne pêdîviyên jinan ne jî dengê jinan heye. Em bi budçeyeke ku jin tê de nîne in re rû bi rû ne.”
7 Jinên di çalakiya 25’ê Mijdarê de ji ber hilgirtina pankarta “Kurdistanê” hatibûn binçavkirin wê piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî edliyeyê bên kirin.
116 jinên di 25’ê Mijdarê de li Rihtima Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
Dayika Aşitiyê Nebahat Îşçî ku polîsan di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de tundî lê kir û destê wê ji cih derket, diyar kir ku ew bi salan e li dijî vê tundiyê li ber xwe dide û got: "Ez ne tenê ji bo xwe, ji bo ku ew polîsên jin ku tundî li min kirine jî rastî tundiyê neyên ez li wir bûm."
Jinên Botanî ku di 25’ê Mijdarê de li Cizîrê hatibûn binçavkirin û polîsan tundî li wan kiribûn diyar kirin ku ew ê di her kêliya jiyanê de têbikoşin û gotin: “Em ê têkoşîna, ‘jin jiyan azadî’ bilindtir bikin. Bila ev jî ji wan re bibe derd.”
Li Amedê di danezana encama komxebata “Di kapîtalîzmê de kedxwariya jinan” de bal hat kişandin ser bandora şer û koçberkirina li ser jinan.
Parêzer Elîf Taşdogen ku di panela 25’ê Mijdarê ya Komeleya Lêkolînên Kurd de axivî, bi lêv kir ku divê li dijî polîtîkaya dewletê ya “jina maqûl” têkoşîn bê dayîn.
Jinên ku ji bo 25’ê Mijdarê li Enqere û Stenbolê hatin gelhev, jinên li Îranê li ber xwe didin silavkirin.
Jinên ku li Antalyayê bi boneya 25’ê Mijdarê hatin ba hev, tundiya mêr-dewletê bi meşekê protesto kirin.
Endama TOMÎS’ê Dilbent Turker ku di dema Meşa 25’ê Mijdarê de piyê wê hat şikandin diyar kir ku bijîşkan hewl da tundiya polîsan veşêrin û wiha got: “Ez ê giliyê bijîşk û polîsan bikim.”
Jinan tevî hemû astengî û zextên dewletê jî di 25'ê Mijdarê de qad tije kirin. Jinên ku bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" qad tije kirin, wiha gotin: "Em ê bi dirûşma 'jin, jiyan, azadî'yê desthilata zilamsalarî hilweşînin."
Jinan li bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û gotin ew ji xwişkên Mirabal heta Jîna Emînî têkoşîna xwe didomînin.
Komîsyona Jinan a ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser binpêkirina mafê jinên girtî û tundiya li girtîgehan li jinan tê kirin nayê dîtin.
Ayşegul Gok a 9 mehî ducanî bû, li Silopiyayê di dema sezaryenê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê jî diyar kir ku ev yek "xemsarî” ye, nexweşxane berpirsiyar e û diyar kir ku dê gilî bikin.