Rêxistinên jinan: Bîra Tûglûkê bîra têkoşînê ye
- jin
- 09:14 20/2/2022
Rêxistinên jinan diyar kirin ku bîra Aysel Tûglûkê "bîreke têkoşînê ye" û biryara ATK'ê jî biryareke siyasî ye.
Rêxistinên jinan diyar kirin ku bîra Aysel Tûglûkê "bîreke têkoşînê ye" û biryara ATK'ê jî biryareke siyasî ye.
Biryara ji bo rakirina destnedayîna Parlamentera HDP'ê Semra Guzel li gelek navendan hat şermezarkirin. Jinan, ev tişt got: "Parastina Semra parastina siyasetkirina jinan û têkoşîna wan e."
Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê starta çalakiyên ku dê li bajêr li dar bixin da û ji bo Hevdîtina Jinan a 8’ê Adarê ku dê di 6’ê Adarê de li dar bixin, banga tevlîbûnê kirin.
Endama Polîtburoya FHKC’ê Leyla Xalid di peyama ji Aysel Tûglûkê re şand de wiha got: “Em hêvî dikin ku di demekî nêzîk de bi tevî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dimînin re azad bibin.”
Jina êzidî Roza Emîn Bereket a DAIŞ’ê revandibû, piştî dîlgirtina 8 salan azad bû.
Jinan bertek nîşanî fatûreyên ceryan û gazê û bihabûna beran da û diyar kirin ku xwe bi kîsikê ava germ germ dikin û xwestin zem bên betalkirin.
Serlêdana li 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Kocaeliyê ya ji bo betalkirina cezayê dîsîplînê yê li 14 jinan hatibû birîn ku Hevseroka HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag jî di nav de ye, hate redkirin.
Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê bi sedema binçavkirina rojnameger Zeynep Dûrgût daxuyaniyek da û xwest ku Dûrgût were berdan.
Dozgerê derbarê siyasetmedar Sebahat Tûncel û Akdenîz ên li girtîgehê îşkence li wan hatibû kirin lêpirsîn dabû destpêkirin, derbarê gardiyanan de biryara neşopandinê da û derbarê jinên girtî de bi daxwaza 9 salan cezayê hefsê, îdianame amade kir.
Jinan ji bo Mitînga 8’ê Adarê zend û bendên xwe girê dane û ragihandin dê di 6’ê Adarê de li Meydana Tandoganê mitîngê li dar bixin û banga beşdariya mitîngê kirin.
Kesê bi navê Onder Bûlût li Uşakê hevjîna xwe Nazîfe Bûlût qetil kir.
Jinên Rihayî ku Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin, anîn ziman ku komplo ne gihiştiye armanca xwe û xwestin ku Ocalan azad bibe.
Jinên FKF’î, Tevgera Jinên Sosyalîst, Komeleya Jinên Pêşverû û Meclisên Jinan bi daxuyaniyeke hevpar starta bernameya xwe ya 8’ê Adarê dan.
Li Mîlas a Muglayê komeke çete bi îlanên sexte yên kar re gelek jin neçarî fuhûşê dikirin. Jina bi navê S.F.Y. jî endamên vê çeteyê derhî kiribû û doz vekiribû. Hat zanîn ku diz ketin mala Y. û dosyayên dozê dizîn.
Kesê bi navê Onûr Meydan ku li Aydinê jineke 19 salî bi darê zorê revand, îşkence kir û destdirêjî lê kiribû, hate girtin.