Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin

  • rojane
  • 15:52 21 Mijdar 2024
  • |
img
DÊRSIM - Têkildarî cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hatiye birîn, li pêşiya şaredariyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê serî netewînin û têkoşîna wan a li dijî qeyûman bidome. 
 
Cezayê hefsê yê 6 sal û 3 mehan ku li Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak hate birîn, li pêşiya şaredariyê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Hevşaredarên Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak, Hevşaredara Depê Songul Duzgun, endamên MYK’a DBP’ê, rêxistinên DEM Partiyê yên Dêrsim, Erzîngan, Xarpetê, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, pêkhateyên tifaqa Dêrsimê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘EM Ê TESLÎMÎ WALIYÊN MÊTINGERIYÊ NEKIN’ 
 
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan di daxuyaniyê de got ku hiqûq hatiye binpêkirin û daraz komkujiyan dike. Bîrsen Orhan, diyar kir ku ew cezayê hatiye dayin nas nakin. Bîrsen Orhan, wiha domand: “Merasîmên cenazeyan ên tev li bûne, geştên xwezayê û tiştên ji rêzê nikarin bibin hinceta darizandinê. Em li bendê bûn ku biryara neşopandinê were dayin lê em bi encameke wiha re rû bi rû man. Ev yek, derbeya siyasî ye. Hin kes li jorê biryarê didin û daraz jî pêk tîne. Em bi şev û roj li şaredariya xwe nobetê digirin. Gelê Dêrsimê dê vê bêhiqûqtiyê qebûl neke. Bila rejîma AKP-MHP’ê baş bizane ku gelê Dêrsimê pir bibiryar e. Çi dibe bila bibe em ê şaredariyên xwe radestî waliyên mêtingeriyê nekin.” 
 
Hevşaredara Depê Songul Duzgun jî got ku îktîdar şaredariyan weke qada rantê dibîne û wiha got: “Em ê tu caran serî li ber vê bêhiqûqtiyê netewînin. Divê tavilê dev ji vê bêhiqûqtiyê berdin. Destên xwe ji şaredariyên me bikişînin.” 
 
'KESÊN HATIN HILBIJARTIN TÊN CEZAKIRIN’
 
Parlamenter Ayten Kordu jî bertek nîşan da û got ku di şexsê kesên hatin hilbijartin de gel tê cezakirin. Ayten Kordu, anî ziman ku cezayên hatine dayin li dijî îradeya welatiyên Dêrsim û Pulurê hatine dayin û wiha pê de çû: “Bi van kiryarên xwe ji xelkê Dêrsimê re dibêjin; ‘Em ê serî bi we bidin tewandin, hûn dê li gorî daxwaza me bixebitin û xizmetê bikin.’ Divê her kesên dixwazin mîna însanan bijî, xizmetê, maf û edaletê dixwaze divê xwedî li şaredariyan derkeve. Divê gelê me berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Em ê li vir bin. Şaredariya me dê xizmeta ji bo Dêrsimê bidomîne.” 
 
BANGA TÊKOŞÎNÊ
 
Hevşaredarê Bajarokê Periyê Orhan Çelebî ku di sala 2019’an de li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin jî ev tişt anî ziman: “Bêhiqûqtiya qeyûm hêj didome. Tevî ku Dadgeha Bilind doza min betal kir jî dadgeha herêmî careke din 4 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Bêyî serokên me Cevdet û Mûstafa parastina xwe bikin, 6 sal û 3 meh ceza lê birîn. Ji bo bidawîkirina vê bêhiqûqtiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin û her tim li cem şaredarên xwe bin. Banga mezinkirina piştevaniyê li gelê me dikim.” 
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.