Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin

  • rojane
  • 09:27 6 Kanûn 2025
  • |
img

WAN - Hevşaredarê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir ku ji tişta pê dihat tawanbarkirin beraet kir, bal kişand ser qeyûmê tayinî şûna wî hatiye kirin û got ku demildest divê vîna geş vegere ser kar. 

Bi bi îdiaya "bêyî endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê" doz li Hevşaredarê Miks a Wanê Eyvaz Hazir hatibû vekirin û ji ber vê qeyûm tayinî şûna wî hatibû kirin. Di darizandina di çarçoveya dozê de, Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Wanê, 3 sal û mehek ceza li Hazir birî. 
 
Piştî vê Hazir dosyeyê ji Dadgeha Îstinafê ya Wanê re şand. Daîreya Ceza ya 2'yemîn a dadgeha Îstinafê ya Wanê, jinûve ber bi hukmê ve çû û biryara beraeta Hazir da. 
 
Hazir ku biryarê nirxand, got: "Demildest divê hemû şaredariyên vîna wan hatine xespkirin bên îdaekirin û hevşaredar vegerin ser karên xwe." 
 
Hazir diyar kir ku dosyeya tê de biryara beraetê hatiye dayîn, piştî bûye hevşaredar careke din deretiye pêşiya wî û wekî sedema tayinkirina qeyûm hatiye nîşandan. Hazir got: "Nêzî 10 sal berê, ez li Şaredariya Miksê, di buroya çapemeniyê de xebitîm. Wê salê li wir daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Şaredar, kesên hilbijartî, endamên meclisa şaredariyê û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûbûn. Ez jî li wir, ji bo dîmenan bigirim amade bûm. Ez li wir, wekî xebatkarekî cemaweriyê li ser talîmata şaredar amade bûm. Ji ber vê ji sala 2015'an ve Wezareta Karên Navxweyî der barê me de doz vekir. Me ji vê dosyeyê beraet kiribû. Lê piştî hilbijartinên heêrmî yên 2024'an ez wekî hevşaredarê Miksê hatim hilbijartin. Piştî ez hatim hilbijartin, bi biryareke siyasî 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li min hat birîn û tavilê qeyûm tayinî şûna min hat kirin. Ev biryar bi tu awayî ne hiqûqî bû, biryareke siyasî bû." 
 
‘DIVÊ QEYÛM BÊN KIŞANDIN'
 
Hazir destnîşan kir ku divê şaredarî bên îadekirin û demildest qeyûm ji şaredariyan derkevin û got: "Em dixwazin ev bêhiqûqîtî bi dawî bibe û em vegerin ser karê xwe. Her wiha divê hemû şaredariyên vîna wan hatine xespkirin bên îdaekirin û hevşaredar vegerin ser karên xwe."  
 
MA / Bîlal Babat
 

Sernavên din

06/12/2025
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin