Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
- rojane
- 10:44 06
Li navçeya Bahçe yê Osmaniyeyê otobûsek û TIR’ek li hev qelibîn. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Li navçeya Bahçe yê Osmaniyeyê otobûsek û TIR’ek li hev qelibîn. Di qezayê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 11 kes jî birîndar bûn.
Tuncer Bakirhan ku axaftina vekirinê ya "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" kir, got: "Paradigmaya demokratîk a birêz Ocalan çareseriyeke mezin e. Birêz Ocalan di navenda vê pêvajoyê de ye."
Girtiyê nexweş Mehmet Emin Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dil xist, meha borî çar caran sewqî Zanîngeha Dîcleyê hat kirin. Keça Çam diyar kir ku bavê wê di dema sewqkirinê de bi awayekî kelemçekirî di wesayîta rîngê de hatiye sekinandin û tenê carekê xwarin dane wî û got ku bavê wê gotiye, "Bila êdî min nebin nexweşxaneyê."
Hevşaredarê Şaredariya Miksê Ayvaz Hazir ku ji tişta pê dihat tawanbarkirin beraet kir, bal kişand ser qeyûmê tayinî şûna wî hatiye kirin û got ku demildest divê vîna geş vegere ser kar.
Serokê Federasyona Astengdaran Mecît Yilmaz diyar kir ku şer astengiya fizîkî û derûnî bi xwe re tîne û got ku ew ê ji bo aştiyê têbikoşin.
Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê Ersin Kahraman diyar kir ku dabînkirina dermanan, bi taybetî ji bo kesên bi nexweşiyên kronîk, bûye pirsgirêkeke mezin.
Endamê OHD'ê Mazlum Kantarci got ku divê paradîgmaya dewletê ya li hember Kurdan biguhere û ev yek divê di hemû rêziknameyên qanûnî de, bi taybetî jî di destûra bingehîn de, bi nêzîkatiyek yekpare bê destnîşankirin.
Rêxistinên mafên mirovan û yên hiqûqê diyar kirin ku taloqkirina tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim a ji bo 9 mehan biryareke derhiqûqî ye û xwestin Yildirim were berdan.
Civaknas John Holloway ku ji bo “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” hate Stenbolê, çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ji doza protestoyên li dijî qeyûm de beraet kir.
Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed dê di roja ewil a “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” de biaxive.
Ji bo Alî Kaya yê HPG’î yê ku li Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li bajarê wî navçeya Kerboran a Mêrdînê şîn hat danîn.
Rêxistina DBP'ê ya Mûşê ragihand ku ew ê li dijî şopandina polîsan û tacîza ji bo sîxurkitinê ya li ser dijî rêvebirê wan Rojhat Acar, serlêdana sûc bikin.
Fîlozof Dominique Bourg, diyar kir ku beşdariya Kurdan bi rengekî çalak di siyasetê de, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê pêwîst û got: “Ji bo ev îradeya aştiyane pêk were, divê gavên pêwîst ên qanûnî bên avêtin.”