ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
- rojane
- 09:00 18/2
Li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de endamên EMEP, SYKP, HDK, ESP, DBP, Partiya Çep a Kesk û 2 rojnameger jî di nav de herî kêm 52 kes hatin binçavkirin.
Hat îdiakirin ku çawişekî pispor ê li Herêma Federe ya Kurdistanê dima întîhar kiriye û miriye.
Li Wanê piştî daxuyaniyê bi sedan ciwan meşiyan û di meşê de slogana ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ berz kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku deriyeke firsendê ya dîrokî ji bo Tirkiyeyê vebûye û got: “Ev firsend jî birêz Ocalan e. Di vê firsendê de îxtîmala çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û jiyaneke wekhev a hemû welatiyan heye.”
19 sazî û dezgehên ziman 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kirin û gotin: “Daxwazên me yên ji bo statuya neteweya Kurd û zimanê Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor û jêneger e.”
4 kesên di 14’ê Sibatê de li Amedê hatin binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.
Serokê Giştî yê BÎRTEK-SEN’ê Mehmet Turkmen bi îdiayên “binpêkirina azadiya xebatê” û “ji bo sûc were kirin tehrîk kiriye” hate girtin.
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erolbi îdiaya “Heqaret li serokkomar kiriye” hate binçavkirin.
Serokatiya Herêma Federe ya Kurdistanê piştî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Nêçîrvan Barzanî daxuyanî da û got: “Pêvajoyeke girîng û firsendeke dîrokî ye.”
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û got: “Bi anîna 10 hezar hêzên ewlekariyê, bi ço û bombeyên gazê hûn nikarin vîna vî gelî xesp bikin.”
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di çarçoveya “Bikaranîna zimanê dayikê û daxwaz”an de bi hezar û 285 kesan re anket kir. Navendê, diyar kir ku ji beşdaran ji sedî 97,8’an gotin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin.
Ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê, li 60 gundên girêdayî Girê Spî û Eyn Îsayê ceyran tune ne.
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê de li ser telefonê li Ahmet Turk geriya.
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir piştî serdana rêxistina DEM Partiyê ya Wanê axivî û got: “Em îradeya xwe nadin û dê nedin. Em ê bi hev re bixebitin. Ev ne tenê pirsgirêka Wanê, pirsgirêka 86 milyon hemwelatiyan e.”