ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2024'AN
- rojane
- 09:00 16/9
Rojnmevan Mûrat Verîm ê ku cezayê wî hatiye erêkirin, duh hat girtin û birin Girtîgeha Midyadê.
248’emîn hejmara Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Her dem Jin Jiyan Azadî” gihişt ber destê xwînerên xwe.
Xelatên Hrant Dînk a Navneteweyî ya sala 2024'an li xwediyên wan hatin belavkirin.
Li navçeya Hendek a Sakaryayê di fabrîqeya meqarneyan de teqîn rû da û di teqînê de 30 kes birîndar bûn û kesek jî mir.
Hêzên paramîlîter ên ser bi Tirkiyeyê ve li gundê Kaxirê yê Efrînê bi ser malên gundiyan ve girtin û îşkence li şêniyên gund kirin. Di encama îşkenceyê de 2 jin hatin qetilkirin.
Ahmet Çekener ê li Antalyayê ji qata şeşan a înşeatê de ket xwarê, jiyana xwe ji dest da.
Xizmên girtiyan di çalakiya “Deng bide azadiyê” de diyar kirin ku heta bêhiqûqtiyên li girtîgehan bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin.
Di lêpirsîna Narîn Guranê de de 2 xizmê wê yên din hatin binçavkirin.
Di erdhejê de avahiyê malbata Done Kaya hilweşiya û 4 xizmên xwe winda kir. Kaya, di çalakiya xwe ya edaletê de banga xwedîderketina li dozên erdhejê kir.
Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji serê salê heta niha 427 kes li Îran û Rojhilat hatine bidarvekirin.
Di duyemîn salvegera berxwedana “Jin, jiyan, azadiyê” de li bajarên rojhilatê Kurdistanê dikan nehatin vekirin.
Li gorî rapora Rêxstina Avakirina Aştiya Civakî, di encama êrişên dewleta tirk ên ji sala 1991’ê heta niha yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê de 81 zarok hatine qetilkirin.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez beriya civîna ku wê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan gengeşe bike axivî, diyar kir ku divê Tirkiye demildest divêtiyên biryara DMME'yê ku di sala 2014'an de dabû, pêk bîne yan na dê fatûreya wê bargiran be.
Dozgeriyê îdianameya derheqê 10 zarokên hewldana xespkirina îradeya xelkê Wanê li Edeneyê protesto kirin îdianame amade kir. Dozgerî îdia kir ku zarok bi “fermana rêxistinê” çalakî li dar xistine û xwest bên cezakirin.