Derket holê ku ‘Wezîrê dadê’ yê li Şamê kujer e
- rojane
- 13:07 05/1
Vîdeoya “wezîrê dadê” yê rêveberiya demkî ya Şamê Şadî El Veysî ya dema du jin dihatin înfazkirin tê de cih digirt, hate parvekirin. HTŞ’ê jî ev vîdeoye piştrast kir.
Vîdeoya “wezîrê dadê” yê rêveberiya demkî ya Şamê Şadî El Veysî ya dema du jin dihatin înfazkirin tê de cih digirt, hate parvekirin. HTŞ’ê jî ev vîdeoye piştrast kir.
Hesabên X’ê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişand ser girîngiya têkiliyên dîrokî yên Kurd-Tirkan û got: “Tirkiye ji bo hemû xetereyan û dorpêçê rake, divê tifaqa stratejîk a bi Kurdan li ser esasê yekitiya demokratîk çêbike.”
DBP beriya 7’emîn Kongreya Asayî li Amedê civîna gel a girseyî li dar dixe.
Rojnameger Cengîz Aktar diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê perwerdeya bi zimanê dayikê hebe, rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. Aktar, têkildarî Sûriyeyê jî wiha got: “Dê her tişt li gorî daxwaza Enqereyê nebin.”
Siyasetmedaran gotin ku Abdullah Ocalan bi sala ye peyamên aştiyê dide û wiha gotin: “Heke di vê mijarê de jidil bin, bila tavilê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin û azad bibe.”
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya jinûveavakirina Sûriyeyê kir û wiha got: “Divê kongreya neteweyî ku hemû pêkhate tê de cih digirin bê lidarxistin. Ji bo aştiyê tekane modêl jî Neteweya Demokratîk e.”
ANKA-DER’ê ku rêveberiya xwe ya nû diyar kir, sibe dest bi qeydên qursa zimanê Kurdî dike.
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisebîn û Qamişlo hatî destpêkirin 23 roj in didome. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji bo aştiyeke mayînde û birûmet şertê yekemîn azadiya birêz Ocalan e."
Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 13’yemîn de didome. Di daxuyaniyê de banga xwedîderketina li Rojava hate kirin.
Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê, li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe yên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” domandin. Di çalakiyan de hat xwestin ku aqûbeta Fethî Yildirim, Ahmet Yetişen û Haci Ahmet Er bên ronîkirin û kujer bên darizandin.
DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran û zextên li ser saziyên çapemeniyê ya sala 2024'an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de kuştina rojnamevanên kurd û zextên li ser rojnamevanan û astengî û qedexeyên li ser saziyên çapemeniyê hatin destnîşankirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihandin ku li bakurê herêma Tişrînê di navbera wan û Tirkiye û komên paramîlîter ên irêdayî Tirkiyeyê de şerekî dijwar rû dide.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê di hefteya 1032'an a çalakiya xwe de li aqûbeta birayên hev Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû pirsîn û xwestin kujerên wan bên cezakirin.