Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
- rojane
- 11:58 05
Li Xelfetiyê berxwedan li dijî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome.
Li Xelfetiyê berxwedan li dijî tayînkirina qeyûm hat destpêkirin, di roja duyemîn de didome.
Devlet Bahçelî bi şertê ku Abdullah Ocalan “fesxkirina rêxistinê” xwest bê Komcivîna DEM Partiyê û got: “Ez li pişt gotina xwe me. Ez di pêşniyara xwe de bi israr im.”
Derheqê Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin û hate girtin, bi îdiaya “fînansmaniya rêxistinê” lêpirsîneke nû hate destpêkirin.
TJA'yê di deklarasyona xwe ya 25'ê Mijdarê de wiha got: "Jiyana azad dê bi jinên azad pêk bê û civaka azad dê bi têkoşîna hevpar a jinan bê avakirin. Em tevahiya jinan vedixwînin kolanan ku em ê çiraya azadiyê vêxin."
Li Mêrdînê di serdegirtinên malan de 9 kes hatin binçavkirin.
Perwerdekarê Komeleya Çandê ya Serhedê Cesîm Başboga ji ber strana "Serhildan jiyan e" hat cezakirin. Dadgehê salek û 15 roj ceza lê birî.
Pêkhateyên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê diyar kirin ku polîtîkayên qeyûm îflas kirine û êdî encamek jê dernakeve.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku qeyûm kelemçekirina îradeya civakê ye û xwest her kes li dijî pêkanîna qeyûman dengê xwe derxe.
Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku li ser giliyê polîsan hatibû vekirin, bi daxwaza tespîtkirina navnîşanê hate taloqkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz diyar kir ku li dijî qeyûman têkoşîna hevpar girîng e û wiha got: “Dibe ku em sibê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qeyûm bibînin. Ji ber vê yekê divê muxalefet bi hev re li dijî qeyûman têbikoşin."
Cara sêyemîn e ku qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê tê kirin. Kirinên qeyûm ev in; rakirina xebat û tabelayên kurdî, bi milyonan şaredariyê xistiye bin deyn, mal û milkên şaredariyê hîbeyî saziyên din kiriye û deriyê kar û îhaleyê ji alîgiran re vekiriye.
Di çalakiyên protestokirina qeyûman de herî kêm 83 kes hatin binçavkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû li dijî tayînkirina qeyûman dê biçe Mêrdînê û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan re hevdîtinê bike.
Ciwanên ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê protesto kirin, di tevahiya şevê de li ber xwe dan.
Welatiyên li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tev li nobetê bûn, diyar kirin ku divê kurd yekitiya xwe ava bikin û wiha gotin: “Ev xak a me ye. Divê her kes rabe ser pêyan.”