Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne
- rojane
- 12:32 19/3
Pîrozbahiya Newroza li Wanê bi coşeke mezin dest pê kir. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û peyamên piştgiriya bi banga Abdullah Ocalan re hatin dayin.
Pîrozbahiya Newroza li Wanê bi coşeke mezin dest pê kir. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û peyamên piştgiriya bi banga Abdullah Ocalan re hatin dayin.
Hate diyarkirin ku welatiyên ku xwestin li dijî êrîşa Artêşa Iraqê ya li Şengalê çalakiya protestoyî li dar bixin li nuqteyên kontrolê hatin astengkirin.
Di yekemîn danişîna doza rojnamegera girtî Eylem Babayîgît de biryara berdanê hat dayîn.
HDK’ê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî binçavkirina Şaredarê ÎBB’ê Ekrem Îmamoglû da û weke derbeyeke li dijî îradeya gel pênase kir.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û yên navçeyên wê Beylûkduzu û Şîşliyê yên CHP’î di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatin binçavkirin.
Bajarê Wanê jî di nav de li 10 navendên cuda Newroz tê pîrozkirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da.
Welatiyên ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li Xana Axparê bûn diyar kirin ku ew ê bi tevlîbûna Newroza Amedê bersivê bidin banga Abdullah Ocalan û gotin: "Çavên me hemûyan li Newroza Amedê ye. Di 21 'ê Adarê de em ê hemû li erdê bin û bersivê bidin bangawaziyê."
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû dan û diyar kirin ku ew ê qebûl nekin siyaset bi destê darazê were dîzaynkirin û dê îradeya gel biparêzin.
Gelê Wanê ji saetên zû yên serê sibehê ve diherike Qada Newrozê.
Serbestberdana girtiya bi navê Rozerîn Kalkan ku beriya niha 11 mehan hatibû taloqkirin, ji bo 11 mehan careke din hat taloqkirin. Rozerîn Kalkan diyar kir ku nameyeke ku jê re nehatiye dayin weke sedemeke sûcdariyê hatiye bikaranîn.
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk banga tevlibûna Newrozê kir û got: “Em ê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pîroz bikin.”
Komîteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya li ser binçavkirina gelek kesan de ku Ekrem Îmamoglû jî di nav de ye wiha got: "Hedefgirtina lihevkirinên bajaran, siyaseta demokratîk û hevpariya siyasî, tolhildana têkçûna hilbijartinên herêmî ye."
Ji Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrsînê Hasan Cîde ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 22’yê Adarê de li navçeya Akdenîzê were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ku ku binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû girêdayî “rêxistina sûc” kir, daxuyaniyeke duyemîn da û ji ewil Lihevkirina Bajar weke hincet nîşan da û ji wir jî girêdayî KCK’ê kir.