Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
- rojane
- 16:25 10
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome. Bijîşkan careke din xwîn dan Aykol.
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome. Bijîşkan careke din xwîn dan Aykol.
Hewldana Parêzeran a Sûriyeyê ji NY’ê re nameyek şand û jê xwestin ji bo aştî û cîbicîkirina biryara “mafê hêviyê” bikeve nava hewldana teşwîqkirinê.
Ji bo endamên PKK’ê Fîlîz Turgut, Ferman Turgut û Fatîh Turgut li Wanê mewlûd hate dayin. Ji bo Omer Seferoglû yê PKK’î jî li Agiriyê şîn hate danîn.
OHD, TÎHV û baroyan li gelek bajaran bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser têkoşîna li dijî polîtîkaya necezakirinê.
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê destnîşan kir ku di çarçoveya pêvajoyê de ji aliyê Tirkiyeyê ve daxilkirina nava rojevê ya "mafê hêviyê" yê Abdullah, girîng e.
TJA, DBP û DEM Partiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî dan û diyar kirin ku parastina maf û azadiyan yek ji hêmaya bingehîn ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.
Dayikên Aştiyê ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî dan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Em ê ji bo civakeke demokratîk û aştiyê têbikoşin."
Li Amedê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de meş hat lidarxistin. Di meşê de beşdaran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û xewstin binpêkirinên mafan ên ji ber pirsgirêka Kurd tên kirin bên bidawîkirin.
Polîsan danê sibehê avêt ser ofîsa Buroya Hiqûqê ya Gel a Stenbolê. Parêzer Naîm Emînoglû hat binçavkirin.
Di bîranîna ku di 122'yemîn hefteya Komkujiya Garê de hat lidarxistin de, Serokê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik diyar kir ku bersûcên firar ên di dozê de li Sûriyeyê ne û ji bo radestkirina wan tu hewldanek nehatiye kirin û got: "Em ê bi têkoşîna xwe ya edalet û aştiyê li hember şerxwaziya we bi ser bikevin."
Li gorî lêkolîna SAMER'ê, ji sedî 97.2'yê dengdêrên DEM Partiyê dixwazin ku Komîsyona Meclisê serdanên xwe yên bo Îmraliyê bidomîne. Ji sedî 87'ê heman koma dengdêran biryara CHP'ê ya neşandina endamekî/ê ji bo serdana Îmraliyê bi awayekî neyînî dîtin.
Akademîsyenê misrî Mphamed Refaat El-Emam diyar kir ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe û got: “Dixwazim birêz Ocalan di şert û mercên azad de li Rihayê bibînim.”
Li Amedê ji danê sibehê ve mijeke zêde heye. Ji ber vê mesafeya dîtinê daketiye heya 10 metreyan. Ajovan û welatî ji ber vê zehmetiyê dikişînin.
DEDAŞ, bi hinceta "xerckirina êm" bi mîlyonan TL ceza li nêzîkî 600 mal û kargehên li gundê Heşêrî yê Qoserê birî. DEDAŞ'ê ku qîma xwe bi vê jî neanî, ceza li ocaxa tenduristiyê ya li gund jî birî.
Rêveberê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Wanê Huseyin Yavîç bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên ku girtiyên nexweş bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Rewşa girtiyên nexweş divê li benda ATK'ê neyê sekinandin. Nexweşxaneyên zanîngehê û nexweşxaneyên dewletê yên asta sêyemîn jî dikarin der barê rewşa tenduristiyê ya girtiyan de biryaran bidin."