Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
- rojane
- 13:36 21/2
Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin.
Piştî 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredarê Qaxizmanê Mehmet Alkan hatî birîn, têketina navçeyê hate qedexekirin. Hevşaredaran jî pankarta “Em bi hilbijartinê hatin bi qeyûm naçin” li avahiya şaredariyê daliqandin.
Ji ber berfa zêde rêya 19 gundên girêdayî navçeyên Elkê û Qilebanê hatin girtin.
Ji 17 kesên li Cizîrê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin 2 jê hatin girtin.
54 kesên di çarçoveya lêpirsîna der heqê HDK’ê de hatin binçavkirin ji bo îfadeya li dozgeriyê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hevşaredarên jin ên DEM Partiyê ragihandin ku di çarçoveya “Gotina me neqediyaye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin” de xwe gihandine 15 hezar jinan. Hat diyarkirin ku dê kampanya bi çalakiyên 8’ê Adarê bidome.
Malbat û wasiyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Endamê OHD’ê parêzer Şemdîn Şahîn diyar kir ku divê mafê hêviyê bêyî şert û mecr bê bicihanîn û ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe divê şert û mercên fîzîkî yên Abdullah Ocalan bên dabînkirin.
Navên hin kesên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayin jî di lêpirsîna HDK’ê de cih digirin. Hat zanîn ku HDK bi hinceta “rêziknameyê wê dişibe ya KCD’ê” hatiye sûcdarkirin.
Ji ber barîna berfê, li Herêma Serhedê rêya herî kêm hezar û 409 gund û zozanan hatin girtin.
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fethî Tapaç diyar kir ku pêvajo bi gotinên Devlet Bahçelî û Erdogan wê nemeşe û got ku ji bo çareseriyê divê garantiya destûra bingehîn hebe.
Seyît Kiliç ê di dema serdegirtina polîsan a li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de tundî lê hat kirin û ji ber vê çavên wî zirar dîtin got: "Nehiştin alîkariya kesên ku ji ser hişê xwe çûn jî bê kirin."
Girtiyê bi navê Bager Sayak diyar kir ku li girtîgehan tecrîda mutleq heye û wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din zextên li girtîgehan zêde dikin."
Qedexeya "çalakî-protestoyan" a 7 rojan a ku Walîtiya Amedê di 21-27'ê Mijdara 2022'yan de dabû, 2 sal şûnde li dijî "hiqûqê" hat dîtin û hat betalkirin.
Der barê 3 kesên ku di çalakiya qeyûm a li Edeneyê de bi tundiya polîsan re rû bi rû mabûn, bi îdiaya "astengkirina peywirê" doz hat vekirin.