ENQERE - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku îqtidar li ser kesên di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dane siyasetê dike û got: “Yên ku heqîqetê berovajî dikin, dixwazin xwe bi siyaseta şer û kuştinê birêve bibin û meseleya Garê îstîsmar dikin.”
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û geşedanên di rojevê de nirxand.
Mijarên girîng ên di axaftina Gunay de derketin pêş wiha ne:
‘AKP-MHP POLÎTÎKAYÊN ŞER Û KUŞTINÊ KÛR DIKE’
“Wek tê zanîn, hikûmeta AKP-MHP’ê ne tenê li Tirkiyeyê, mixabin li derveyî Tirkiyeyê jî polîtîkayên şer, pevçûn û kuştinê kûr dike. Bi salan e li Başûr operasyonên leşkerî dide destpêkirin, çiyayan, daristanan bombe dike, xelkê sivîl ji cihên wan koçber dike û mixabin gundan vala dike. Mixabin hefteya borî, li Garê jî operasyoneke leşkerî hat pêkanîn û bi dehan kesan di encama wan operasyonan de jiyana xwe ji dest da. Di nav wan kesan de yên dîlgirtî jî hebûn. 13 dîlgirtî, piştî bombebaranê jiyana xwe ji dest dan. Em dîsa sersaxî ji malbatan re dixwazin.
DIXWAZIN TOLA TÊKÇÛNA JI HDP’Ê DERXIN
Di rastiyê de operasyona Garê, bûyereke grîng e. Hem destpêka wê, hem meşandina wê, hem encamên wê. Hem tiştê ku dihat armanckirin, hem encama wê. Li welatekî normal û demokratîk divê piştî vê bûyerê kesên ku bihatana darizandin, niha gefan li her kesî û bi taybetî jî li partiya me dixwin. Dixwazin têkçûna xwe, binketina xwe bi êrişkirina HDP’ê bipêçin û veşêrin. Lê mirazê dilê wan hasil nebû, negihîştin armanca xwe.
BI KUŞTIN Û OPERASYONAN EV MESELE ÇARESER NABE
Erdogan û tifaqên wî wek her tiştî ev mijar jî îstismar kir. Di meseleya Garê de erka me hemûyan ew e ku em heqîqetê derxin meydanê, eşkere bikin. Berpirsyariya me ya li hemberî kuştiyan, malbatan, gelan ji ev e. Dê heqiqat bê zanîn. Em ji vir bang dikin: Bi kuştinê, bi operasyonan ev mesele çareser nabin. Bi vir û derewan, bi xapandinê hûn nikarin bi ser bikevin. Ji bo ku meseleya Garê ronî bibe, ji bo ku kesên berpirsyar bên darizandin em ê tu carî dev ji têkoşîna heqîqetê bernedin.
BERXWEDANA ME BÛYE KULA DILÊ WAN
Partiya me ji ber ku hemû hesabên wan serûbin dike, polîtîkayên wan ên qirêj teşhîr dike, loma rastî êrişan tê. Berxwedana ku bi salan e tê meşandin, îradeya ku teslîmî zihniyeta wan nabe, îro bûye kula dilê wan. Dê her tim jî bibe kula dilê wan. Em ji vir careke din aşkera dikin. Êrişên we tu carî wê nikaribe îradeya me bişikîne. Wek doh, îro û sibê jî em ê tu carî ji riya heqîqetê şaş nebin. Her tim ji bo heqîkatê em ê berxwedanek bimeşînin.
EM CAREK DIN BANGA TÊKOŞÎNA ZIMANÊ DAYIKÊ DIKIN
Wekî hûn jî zanin 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Ew roj roja têkoşîna ji bo zimanê dayikê ye. Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO’yê ve hat qebûlkirin. 22 sal di ser re derbas bûn lê mixabin îro jî li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî, tu zimanên din nayên qebûlkirin, nayên naskirin. Perwerdehiya wan nayê dayîn. Ev polîtîka, ev hişmendî mafê jiyanê nade tu zimanî. Di vê sedsalê de polîtîkayên zimankujiyê eybeke mezin e. Zihniyeta yekparêz herî zêde zirarê dide zimanê gelan. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Em vê polîtîkayê qebûl nakin. Belê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de, em careke din banga bilindkirina têkoşîna zimanê dayikê dikin. Em dibêjin li dijî vê zihniyetê, werin em li zimanê xwe xwedî derkevin û têkoşîna ji bo zimanê dayikê bilind bikin. Zimanê me nasnameya me ye, em ê li nasnameya xwe xwedî derkevin.”
AXAFTINA ZAZAKÎ
Gunay di dawiya axaftina xwe de bi boneya 21’ê Sibatê axaftinek kurt bi zaravayî zazakî (kirmanckî) jî kir û wiha got: “Her milet bi zonê xo esto. Her milet bi zonê xo yeno şinasnayîş. Zonê ma Kurdan ewro Tirkîya de bêyro qedexekerdiş zî kes nêeşkeno verêynê têkoşînî bigîro. Ma do vizêr ra hîna vêşî nasnameyê xo rê wayîr bivejîyê, vizêr ra hîna vêşî ma do bi ziwanê dayîka xo qisey bikerê, bi no haweyî ma do asîmîlasyonî welatê xo de biqedînê.”
Her wiha Gunay bi zimanê suryanî, ermenî, tirkî û erebî jî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz kir.