Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
- polîtîka
- 14:22
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku pêvajoya heyî ne tenê projeyeke ewlehiyê ye û got: “Hedefeke pêşketinê ye. Tê wateya misogerkirina mafê jiyanê, aramî û ewlehiyê ye.”
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku pêvajoya heyî ne tenê projeyeke ewlehiyê ye û got: “Hedefeke pêşketinê ye. Tê wateya misogerkirina mafê jiyanê, aramî û ewlehiyê ye.”
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî tezkereya Iraq û Sûriyeyê ku tê payin hefteya pêş were Meclisê axivî û got: “Pêdiviya gelên Sûriyeyê ne bi tezkereyê, bi avakirina Sûriyeyeke yekbûyî û demokratîk heye.”
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan çûn serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş.
Cezayên girtîgehê yên ku endamên meclisa şaredariyê jî di nav de li 16 kesan hat birin, li Agiriyê hat şermezarkirin.Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet ÛmÛt Dogrûer got: "Bi vî rengî cezakirina siyasetmedaran, ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye."
Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş ê kıu di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de hat Amedê got: “Vê carê em ê bi serkevin. Vê carê aştî, xweşk-biratî û aramiyê bi serkeve.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, got: “Komîsyon mecbûr e ku rêyekê bibîne ku Abdullah Ocalan bikare nêrînên xwe bi komîsyonê re parve bike.”
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya pê re dê beşdarî kongreya Partiya Sosyalîstên Ewropayê ya li Amsterdamê bibin.
Ahmet Turk ku got "Em ne ji demokrasiyê û ne jî feraseta xwe ya siyasî tawiz didin" bersiva rexneyên li ser pêvajoyê da, anî ziman ku divê dewlet li hemberî van fikaran gav biavêje. Turk got: "Azadiya Kurdan dê gelê Tirk jî azad bike."
Di Lijneya Gitşî ya Meclîsê de Turhan Çomez yê ÎYÎ Partiyî der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de heqeret kiribû. Pervîn Buldan bi tundî bertek nîşan da û got: “Tu mafê kesî tuneye, qethiyen ez bêrêzdariyeke wisa qebûl nakim.”
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, têkildarî pêvajoyê axivî û got: “Ji bo me ji bilî daxuyaniya di 27’ê Sibatê de ya Îmraliyê, hukmê tu gotin, teklîf û nirxandinên nîne. Ji bo ya esas, daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezirîner e.”
Rojnamevan Aykan Sever ku pêşketinên li Rojhilata Navînê nirxand, got: "Di paşperdeya hevdîtina Erdogan û Trump de messeleya statuya Rojavayê hebû. Ji ber ku tenê fikara Tirkiyeyê teslîmgirtina Rojavayê ye."
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, diyar kir ku divê komîsyona li Meclisê tavilê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike û bernameya vê hevdîtinê were amadekirin.
Endamên Komîteya Amedakar a Mitînga Civaka Demokratîk û Azadiyê diyar kirin ku amedekariyên mitîngê xilas bûne û ji bo daxwaza azadiya Abdullah Ocalan banga tevlibûnê kirin.
Ahmet Turk ê ku di Konferansa Însiyatîfa Yektitiya Demokratîk a li Mêrdînê de diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û Sûriye xata sor a Kurdan e û ev tişt got: “Ji dêleva ku HTŞ’ê bibe cîranê Tirkiyeyê, bila Kurd bibin cîran, ma qiyametê rabe?.”
Ozgur Ozel, têkildarî daxwaza ku Komîsyon li Abdullah Ocalan re biaxive axivî û got:"Bila Serokê Meclisê bîne rojevê, MHP û AKP helwesta xwe nîşan bidin. Piştre bila werin ji min bipirsin.”