HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin
- polîtîka
- 15:41 05/5/2020
HDP’ê ji bo guhertina butçeya sala 2020’an teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir û xwest ji vê butçeyê destek ji bo esnafan were veqetandin.
HDP’ê ji bo guhertina butçeya sala 2020’an teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir û xwest ji vê butçeyê destek ji bo esnafan were veqetandin.
Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, nûçeyên derbarê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku hatibû ragihandin 18 gardiyan bi vîrûsê ketine, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku îqtîdar ji bo di nava civakê de xwe wekî mexdûr nîşan dibe dest bi avakirina hişekî kiriye. Oluç, êrîşên li dijî gorên zarokên Kurd jî rexne kir û anî ziman ku ev êrîş nayên qebûlkirin
Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar ê HDP’ê Umît Dede, bang li AYM’a ku wê sibê ji hêla şeklî ve sererastkirina înfazê lêkolîn bike kir û ev tişt got: “Divê AYM nebe hevparê sûcê ku AKP-MHP’ê kirine.”
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy bi sefîrên 18 welatan re bi vîdeo konferansê civîn li dar xist. Ozsoy bang kir ku YE û KE li dijî guhertina yasaya înfazê bêdeng nemînin.
Di ser hevdîtina navbera Yaşar Buyukanit û Erdogan a li Dolmabahçe de ku Buyukanit gotibû 'Wê bi min re biçe gorê' re 13 sal derbas bûn. Lê hêj naveroka hevdîtinê wekî "raz"ekê veşarî ye. Cîgirê Serokwezirê wê demê Abdullatif Şener, ji bo hevdîtinê got “Mijarên hasas axivîn" Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik jî got "Gelê Kurd berdêla vêye yekê da."
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji bo hevdîtina telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat got, bi rêbaza "tecrîdê" hatiye kirin û got: "Divê heyeteke tenduristiyê ya ser bi xwe biçe û lêkolînan bike."
Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di pêvajoya karantînayê de ku 50 zarokên li Amedê bi îstîsmara cinsî re hatin hiştin bir rojeva Meclîsê.
HDP’ê kesên di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane di salvegera 83’yemîn de bibîr anî û got: “Divê dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qurbaniyan û gelê Dersimê lêborîna xwe bixwaze.”
Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alican Onlu, têkildarî terteleya Dersîmê ku 83 sal berê pêk hat pirsa “Ji bo 4'ê Gulanê roja bîranîna Terteleya Dersimê bê qebûlkirin hûn dê komîsyona heqîqetê ava bikin?" ji Serokomar Tayyip Erdogan pirsî.
Tevgera Nifşê Nû bi civînek çapemeniyê projeya xwe ya ji bo derbazkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ragihand. Nifşê Nû destnişan kir ku di zûtirîn dem de giringî bi sektora çandiniyê heye û got: "Eger projeya me neyê bicihanîn em ê dest bi çalakiyan bikin."
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, bertek nîşanî daxuyaniya “niçika rexistina terorê” Meral Akşener a li dijî partiya xwe da û ev bersiv da Akşener: “Di nav muxalefetê de kî/ê vê uslûba dijminana û dûrxistinê bi kar bîne, ew hevparê veşarî yê desthilatê ye.”
Di serdema sêyem a qanûnçêkirinê de 346 fezleke hatin amadekirin. 320 fezleke jê yên parlamenterên HDP'ê ne û ev pêşkêşî Meclîsê hatin kirin. Herî zêde derbarê Sezaî Temellî de fezleke hatin amadekirin.
Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç, anî ziman ku bi êrîşa li Zînî Wertê û ambargoya li ser Mexmûrê tê xwestin ku kurd hev di bikujin û got: "Tekane rêya xelasiyê yekîtiya neteweyî ye."
Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, pirsgirêkên ji ber vîrûsa koronayê li girtîgehan derketine ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.