Pombeo: Sedema aloziyê Erdogan e
- polîtîka
- 18:58 17/10/2019
Hevdîtina Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Cîgirê Serokê DYA'yê Mike Pence bi dawî bû. Pombeo Erdogan tawanbar kir
Hevdîtina Serokê AKP'ê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Cîgirê Serokê DYA'yê Mike Pence bi dawî bû. Pombeo Erdogan tawanbar kir
Partiyên Kurdan li Enqereyê bi CHP, HDP û Endamên Yekîtiya Ewropa re hevdîtin kir. Endamê heyeta partiyên Kurd û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetulah Aşîtî, diyar kir ku CHP jî li dijî operasyonan e. Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî bal kişand ser yekîtiya Kurd û wiha got: "Eger em di 2013’an de di xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd a li Başûrê Kurdistanê bi ser ketibûna, wê îro li dijî Kurdistana Sûriyeyê û Kurdistana Başûr ew qas êrîş pêk nehatina."
Parlementerê ANAP'ê yê Amedê yê berê Abdulbakî Erdogmûş, bilêv kir ku wê ev agir bi Tirkiyeyê jî bikeve û got, Tirkiye ne bi eciqandina kurdan, ancax bi rêya diyalog û lihevkirinê dikare ji nav çirava li Sûriyeyê derkeve.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hewldanên dagirkirinê ne û got: “Ev hewldana dagirkirina Tirkiyeyê ne meşrû ye. Lê vê yekê ji bîr nekin, gelê kurd baş dizane li dijî vê faşîzma we têbikoşe.”
Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, bilêv kir ku îktîdara AKP'ê ji bo muxaleetê bitepisîne DAIŞ'ê wekî amûrekê bi kar tîne û got, her kes şahidê komkujiyên DAIŞ'ê ye.
Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, diyar kir ku êrîşa Tirkiye ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkerî ye û wiha got: "Li pêş çavê cîhanê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî kirin."
Berdevkê Kremlîn Dmîtriy Peskov got ew naxwazin li ser îhtîmala pevçûnêk bi Tirkiyê re jî bifikirin.
Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigît, diyar kir ku bloka AKP-MHP'ê li dijî aqilê aştiyê aqilê şer xistine meriyetê û wiha got: “Em mecbûr in bi qasî yên şer dane destpêkirin ji bo aştiyê bi wêrekî tev bigerin. Ger ku îro em bitirsin û serê xwe têxin bin xîzê, em ê sibê nikaribin li ruyê zarokên xwe binerin."
Rêveberê TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, têkildarî êrîşên OSO û TSK'ê yên li dijî axa Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, xwest cîhan baş rastiya êrîşên li dijî wan zanibe û wiha got: "Divê cîhan baş zanibe ku dewleta tirk ne bi tenê, bi çeteyên DAIŞ`ê êrîşî me dike."
Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran bertek nîşanî binçavkiriyên têkildarî êrîşên ser Rojava da û got: “Xwedî derketina aştiyê ne sûc e. Roj roja deng derxistinê ye.”
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya îktîdara AKP’ê Tirkiyê ber bi hilweşandinê ve dibe da û bang li her kesî kir ku bikevin pêşiya şer û li dijî şer neiyek demokratîk were avakirin.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, CHP ya ji tezkereyê re got ‘erê' rexne kir û wiha got: “Şopdariya nijadperestiya bê kok û piştgiriya polîtîkayên şer, zerardayîna herî mezin a vî welatî ye. Divê îktîdar dawî li van polîtikayên şer bîne."
Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û xwest her kes li dijî şer aştiyê biparêzin û wiha got: "Li Sûriyeyê çareseriya herêmê bi aştî û diyaloga demokratîk pêkan e."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan, operasyona TSK'ê ya li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û gotin: “Em ê bê fikar, li dijî vî şerê dijhiqûqî û nerewa bi gelê xwe û hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re, rawestin. Em li dijî şer bibin dengê gelê Rojava."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temllî li dijî operasyona Tirkiyeyê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga navneteweyî kir û ev tişt got: "Em bang li YE û NY'yê tev dikin û dibêjin ji polîtîkayên şer ên Erdogan bibêjin rawest e. Wisa bi daxuyaniyên kurt na. Bibêjin rawest e. Belê bibêjin rawest e."