Ji bo tevlibûna mitînga Êlihê bang: Werin bersiveke xurt bidin
- polîtîka
- 15:45 06/5/2023
Partiya Çepên Kesk dê sibe li Parka Jinan a 8’ê Adarê bi tevlibûna dehhezaran mitîngê li dar bixe. Siyasetmedaran ji bo tevlibûna mitîngê bang li gel kirin.
Partiya Çepên Kesk dê sibe li Parka Jinan a 8’ê Adarê bi tevlibûna dehhezaran mitîngê li dar bixe. Siyasetmedaran ji bo tevlibûna mitîngê bang li gel kirin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz di xebatên hilbijartinê yên Mêrdînê de bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û wiha got: “Em dibêjin ku divê komara demokratîk, neteweya demokratîk were avakirin.”
Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Cengîz Çandar bi endamên Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Bajar re hate ba hev. Çandar, da zanîn ku ev 2 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayên girtin û wiha got: “Ev tecrîd zextek, gef û heqareteke li dijî kurdan e.”
Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Erziromê Ayşan Tarlan ku cotkariyê dike got: “Em ê sedsala duyemîn ava bikin.”
Koordînasyona Hilbijartina Derveyî Welat a Partiya Çepên Kesk diyar kir dike ji bo Erdogan têk here divê hemû hilbijêrên kurd û elewî biçin ser sindoqan û bang li hilbijêran hat kirin ku roja dawî ya dengdayînê 9’ê gulanê ye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Mamakê axivî, got: "Tekane mohr, ew mohr e ku dê li bin dara Partiya Çepên Kesk bê xistin. Em ê ji sindoqê hêza guherînê û veguherîna demokratîk derxin."
Namzetên Partiya Çepên Kesk ji bo mitînga ku dê sibê li Antalyayê li dar bixin bang kirin û wiha gotin: “Em ê bi hev re biguherînin.”
Partiya Çepên Kesk amadekariyên mîtşnga Bûrsayê dike. Namzetên bajêr ji bo mîtînga ku dê di 7'ê Gulanê de li bajêr bê lidarxistin wiha bang kirin: "Werin em Bûrsayê bi rengê kesk boyax bikin."
Di dema civîna gel a Partiya Çepên Kesk de polîsan kontrola GBT’ê kirin û nehiştin kesên di bin temenê 18 saliyê de tev li civînê bibin. Xelkê navçeyê jî ev rewş protesto kir, protesto ya li ber buroya hilbijartinê veguherî mitîngê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di mitînga Partiya Çepên Kesk a li Bedlîsê de axivî û wiha got: “Ji gelê kurd ê li hemberî zextan serî natewîne, ji sekna wan a birûmet ditirsin.”
Xebatkarên ofîsa AFP’ê ya Tirkiyeyê ji ber ku ji pêvajoya lihevkirina TÎS’ê encam derneketiye, dest bi grevê kirin.
Xebatên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên Partiya Çepên Kesk ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber didomin. Di xebatên hilbijartinê de hat gotin ku dê dawî li îktîdara AKP-MHP'ê bînin û pergalê bi hev re biguherînin.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHP’ê Mûharrem Erkek têkildarî ewlehiya hilbijartinê wiha got: “Wezareta Karên Hundir, pergaleke şopandina hilbijartinê ya paralelî YSK’ê ava kiriye.”
Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd têkildarî namzetê serokkomariyê helwesta xwe zelal kir û destnîşan kir ku dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, guhertin û aramiyê dê di hilbijartinê de piştgiriya Kemal Kiliçdaroglû bikin.
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek bajaran xebatên hilbijartinê meşandin. Namzeta parlamenteriyê ya Antalyayê Canan Çalagan got ku dê 14 rojan bênavber bixebitin û li rojeke azad hişyar bibin.