Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
- aborî-ked
- 09:00 06/11/2020
Patronê Tekstîla Ozakê bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên DÎSK'ê ji kar derxistibûn, lê di ser Îş-Kûrê re 60 kes xistin kar.
Patronê Tekstîla Ozakê bi hinceta "kar tune ye" 25 karkerên endamên DÎSK'ê ji kar derxistibûn, lê di ser Îş-Kûrê re 60 kes xistin kar.
Kûafor û berberên ku bandoreke mezin ji krîza aborî girtine, anîn ziman ku ji ber ku derfetine wan ên din tune ne ji mecbûrî dixebitin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, daxwaz kir ku pêşniyarqanûna torbe ku li meclisê hevdîtinên li serê didomin bê vekişandin û ev tişt got: “Ev xeta me ya sor e. Em ê rê nedin ku qanûn li meclisê bê derbaskirin.”
Piştî dinya sarbû, karkerên ku di qada şikandin û bêjinkirina komirê de dixebitin jî dest bi amadekirin û barkirina komirê kirin. Karkerên ku di nav şert û mercên giran de dixebitin gotin: "Em ji ber toza komirê nikarin nefesê bistînin. Lê ji ber ku em debara xwe bi vî karî dikin, mecbûr in bixebitin."
Konferasyonên karkeran TURK-ÎŞ, HAK-ÎŞ û DÎSK, derbarê qanûna torbe de ku dê bê rojeva meclisê daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaz kirin ku pêşniyarqanûna ku dê mafên tezmînat û kidemê ji holê rake paşde bê vekişandin.
Li navçeya Erdîşê silqokê îsal jî kêfa cotkaran neanî. Piştî bendava li Geliyê Zîlanê hat kesîdekirin heqê avê ji cotkaran hat stendin û silqoka ku tona wê bi 380 TL'yî ye jî ji ber kotaya ji sedî 5 ji bo cotkaran bûye cihê meseleyeke mezin.
Li Dersimê Hatûn Guder, li gel keda xwe ya li nav malê berhemên ku hildiberîne jî li ser dezgeha xwe ya biçûk difiroşe. Guder got: "Jina hilberîner, hîn bihêztir e."
Aborîzan Ozgur Muftuoglû, teklîfa budçeyê wekî "pêşnûmayeke ku şer esas digire" nirxand û got wê ev teklîf bibe sedem ku welatiyên ku bertek nîşanî Erdogan dan û gotin "Nikarim nan bibim mala xwe" zêde bibin.
Esnafên Amedê ku ji ber krîza aborî êdî nikarin heqê fatûreyên xwe yên av û ceryanê bidin, hindik maye dikanên xwe bigirin.
Karkerê Madenê yên 19 rojin li Kirkagaçê ji bo mafê xwe yê tazmînatê bistînin çalakiyê li dar dixin, diyar kirin ku hikûmet soza xwe pêk neyîne dê bimeşin Enqereyê.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî, diyar kir ku hevdîtinên budçeyê yên li Meclîsê dewam dikin, ji venêrîn û gel di revînin û got: “Terxana ji bo kî û ji bo çi hatiye xerckirin jî vedişêrin.”
Aborînas û rêveberê Navenda Iraqî ya beşa lêkolînên siyasî Mihemed Hisên, da zanîn ku hikûmeta Iraqê di mijara aboriyê de şoka duyemîn dijî û got: "Ji derveyî têkoşîna bi nêleritiyê re tu rêyeke din a çareseriyê nîne. Divê gavên wisa bên avêtin ku gelê Kurd û yê Iraqê bikaribin li dijî nêleritiyê tebikoşin."
Platforma Şaxên KESK’ê yên Amedê, daxwaz kir ku kedkarên cemaweriyê ku bi KHK’an hatine îxrackirin vegerên karê xwe.
Paltforma Şaxên KESK’ê yên Rihayê, di daxuyaniya xwe ya derbarê 4’emîn salvegera KHK’an de banga xwe ya “têkoşîna hevpar” dubare kir.
Konseya Navendî ya TTB’ê, derbarê qedexekirina mafê destûr, teqawitbûn û îstifakirinê yên xebatkarên tenduristiyê de daxuyanî da û diyar kir ku dê ji dev ji mafê xwe yên destûr, îstifa û teqawitbûnê bernedin.