Polîsan 13 karker binçav kirin
- aborî-ked
- 19:11 14/6/2020
Li Stenbol û Gebzeyê bi wesîleya 50'emîn salvegera 15-16'ê Hezîranê daxuyanî hatin dayîn. Li Gebzeyê polîsan mudaxileyî karkeran kir û 13 kes binçav kirin.
Li Stenbol û Gebzeyê bi wesîleya 50'emîn salvegera 15-16'ê Hezîranê daxuyanî hatin dayîn. Li Gebzeyê polîsan mudaxileyî karkeran kir û 13 kes binçav kirin.
Turkan Albayrak ku piştî têkoşîneke 22 mehan vegeriya ser karê xwe got: "Li kuçeyan serketina li dijî faşîzmê mirovan kêfxweş dike."
Tersaneyên Tûzlayê ku hema bêje her roj qezayeke karî lê diqewimin, ji bo karkeran dojeh, ji bo kardêran jî bihuşta kirêkariyê ye. Nexweşxaneyên ku wan û fîrmayên kirêkar li hev kiriye, qezayên diqewimin wekî "qezaya karî" qeyd nakin.
Rêveber û endamên BTS’ê li pêş Midûriyeta Giştî ya TCDD'ê cara 4’emîn hatin gelhev û xwestin li dijî sirgûnan û tayînkirinên bêliyaqet çalakî li dar bixin. Lê polîsan destûr ne dan çalakiyê.
Di mehên dawî de rêjeya betalî û întîharê pir zêde bû. Psikologa Klinîkê Elîf Efsun Tatar, diyar kir ku di salên dawî de ji ber betalî û xizaniyê întîhar zêde bûye û xuya ye ku dê zêdetir bibin.
Serokê Giştî yê BTS'ê Hasan Bektaş, sirgûna karkeran rexne kir û diyar kir ku di esasê sirûnan de cudakarî heye.
Qesr, dibêje di warê aboriyê de "li cîhanê em di rêza yekemîn" in lê belê welatiyên ku êdî nikarin serî bi bihabûna fiyetan re derxin dibêjin: "Jiyana me veguherî têkoşîna li dijî xizaniyê."
Çotkar Serhat Salucî yê li Navçeya Sîlopiyê seravaniyê dike, bang li karker, çotkar û rençberan kir û got: "Li şûna hûn diçin li bajarên Rojava, li zeviyên xwe hilberînê bikin. Ez qezencek baş bi dest dixim."
5 Hezar û 430 ton zebeşên ku bi 181 vagonên trênê 25 roj berê ji Îranê anîn Wanê, tev meriqîn û avêtin çopê. Zebeşên ku ji Îranê anîn Tirkiye, ji ber rejêya bacê ji 75 dolaran derxistin 300 dolaran, li GAR'a Trênê ya Wanê hatibûn rawestandin û tev xera bûn.
Serokê ZMO'yê Samed Ûcaman ku bal kiaşnd ser pirsgirêkên di warê çandinî û sewalvaniyê de, xwest gavine pratîk bên avêtin û got: "Çandinî tunebe jiyan jî tuneye. Divê liv û tevgereke bi vê bîrbiriyê hebe."
Hevserokê Şaxa SES a Edeneyê Enîs Akyuz, anî ziman ku barê saziyên tenduristiyê yên sereke girantir bûye û got: "Şewb kir ku qîmeta kedkarên tenduristiyê bê famkirin. A dixuyê ev e. Lê belê di asasê xwe de bû sedema ji destderketina hin mafan."
Emîne Tan ku li Pirsûsê nav zeviya îsotan dixebite, diyar kir ku zarokên xwe li nav zeviyan mezin kiriye û bi van gotinan bal kişand ser zehmetiyên ku dikişîne: “Em gelek diwestin. Dest, pê cihekî me yê ku naperite namîne.”
Li Pirsûsê Zahîde Zeren ku rojê 11 saetan li nav erdên reşkeyan (kîmyon) bi 70 TL'yî kar dike, bal kişand ser şert û mercên zehmet ên kar û got: "Bi çinîna reşkeyê tiliyên me giş terikîne."
Li Tûşbayê esnafên sîteya pîşesaziyê ji ber rêyên xirabe, ceryan û çopan zehmetiyê dikişînin. Esnafan anî ziman ku gelek caran serî li şaredariyê dane lê belê tiştek nehatiye kirin.
Karkerê înşaetê Suat Gungor ê ji baniyê xwaringeha personelan a nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Îzmirê ket, jiyana xwe ji dest da