Polîsan êrişî kedkarên tenduristiyê kirin
- aborî-ked
- 14:06 08/2/2022
Polîsan li Wanê êrişî kedkarên tenduristiyê ku xwestin daxuyaniyê bidin kirin û ew binçavkirin.
Polîsan li Wanê êrişî kedkarên tenduristiyê ku xwestin daxuyaniyê bidin kirin û ew binçavkirin.
Endamên Emeklî-Sen’ê ji bo protestokirina fatûreyên zêde û zeman, çalakî li dar xist. Çalakvanan da zanîn ku ji bo şert û mercên jiyaneke mirovane, dê li her deverê van daxwazên xwe bînin ziman.
Karkerên Kargeha Gur Tekstîl ku li OSB’ya Başpinar a Dîlokê ye û Şaxa Aras Kargoyê ya Zeûgmayê, diyar kirin ku zamên hatine kirin têra wan nakin û dest ji kar berdan.
Huseyîn Keskîn ku li Dersimê sewalvaniyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna fiyetên êm êdî nikare heywanên xwe xwedî bike.
Waniyan destnîşan kir ku berpirsê krîza aborî hikûmeta AKP'ê ye û gotin: "Êdî divê AKP biçe."
Karkerên Bendergeha Hopa’yê piştî ku daxwazên xwe dayîn qebûlkirin, dawî li çalakiya xwe anîn.
Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bulut diyar kir ku ji bo sererastkirina şertên xebatê û mafên reha dê sibê grevê bikin û heke daxwazên wan bicih neyên dê di meha adar û nîsanê de domdirêj dest ji kar berdin.
HDP’ê banga piştevaniya çalakiya kedkarên tenduristiyê ya dest ji kar berdanê kir.
Karkerên ku li Karinca Lojîstikê dixebitiyan, bi sedema ku zemeke bikarin debara xwe pê bikin li mûçeyê wan nayê kirin, dev ji karê xwe berdan.
Li navçeya Farqînê, gelek kes bi meşekê zema ceyranê şermezar kirin.
Li navçeya Bazîdê, bi hezaran kes li dijî fatoreyên ku ji ber zema hatiye kirin ji wan re zêde hatine derketin kolanan.
Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci da zanîn ku heke vesazkirina têkildarî mafên reha yên kedkarên tenduristiyê neînin Meclisê wê di 8'ê Sibatê de bikevin grevê û anî ziman ku wê berdewam bikin bibêjin "Ked û soz yên me ne."
Bi bihabûna fiyetan re kîsê êm yê 50 kîloyî bû 250 TL, tona kayê bû hezar û 500 TL. Waniyên sewalvaniyê dikin anîn ziman ku ji ber krîza aborî û bihabûna fiyetan êdî nikarin sewalvaniyê bikin.
Li navçeya Halîliye ya Rihayê esnafan ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên giran bidin li kolan û kuçeyan pankart daliqandibûn. Polîsan pankarta esnafan daxist. Esnafan bertek nîşan da û got: "Dê kî pêşî li ber vê şêlandinê bigire?"
Karkerên Farplasê ji bo ku hevalên wan ên ji kar hatine derxistin dîsa vegerin ser karê xwe û mafên xwe yên sendîqayî dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî didome û karkeran niha jî çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê.