NY’ê xwest ku gel bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê
- cîhan
- 16:49 20/3/2018
Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku sîvîlên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê.
Neteweyên Yekbûyî (NY), xwest ku sîvîlên bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin kirin, bêyî astengî vegerîn Efrîn û Gutayê.
Buroya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê diyar kir ku rewşa OHAL'ê ya li Tirkiyeyê bi awayekê rûtîn tê dirêjkirin û mafê bi sed hezaran kes tê binpêkirin. Di raporê de hat gotin, derbarê berpirsên komkujiyên di dema rêveberiyên xweser de tu lêpirsîn nehatine kirin.
Nivîskarê bi tecrûbe yê Rojhilata Navîn ê rojnameya Independentê Patrick Cocburn diyar kir ku komên OSO’yê yê ketin navenda Efrînê bi piranî endamên DAIŞ'ê an jî yê El Kaîde yên kevn in.
Gelek rêxistinên civakî, akademîsyen û rewşenbîrên Fransî li dijî êrîş û şerê Tirkiye yê li ser ax û gelê Efrînê bang li hikûmeta Fransayê kirin ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bixwaze ku herêm li firîna balafiran bê qedexekirin.
Siyasetmedarên Fransî, parêzer û parêzvanên mafê mirovan, li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê kampanyayek dan destpêkirin.
Helîkopterekê ku leşkerên DYA têde bûn li herêma Enbar a Iraqê ket xwarê. Hat diyar kirin ku 7 kesên di helîkopterê de bûn jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta Karên Derve ya DYA Heather Nauert, diyar kir berevajî îdîaya Çavuşoglu yên li ser Minbicê li hev nehatiye kirin û bi bîr xist ku Efrîn jî dikeve ber agirbesta li Sûriyeyê.
Tirkiye ji ber sûcê ku hikûmeta AKP'ê kiriye li Tribunala navneteweyî tê darizandin. Tevî ku dawetiye ji bersûcan re hat şandin û bersûc tev li darizandinê nebûn, îdîanameya hatibû amadekirin hatin xwendin.
Li navçeya Lavrionê ya Atînayê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ji aliyê Rêxistina Deport Racism Organization ve panel hat organîze kirin.
Li Nepalê balafira rêwiyan kete xwarê û herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, sê roj berî salvegera 7'emîn a şerê Sûriyeyê bîlançoyek nû weşand û got: “Di 7 salan de 350 hezar û 935 kesan jiyana xwe ji dest dan û 106 hezar û 390 ji van sivîl in, 19 hezar û 811 jî zarok in."
Li gorî rapora bazirganiya çekan a SIPRI, li welatên Rojhilata Navîn kirîna çekan li gorî pênc sal berê rêjeya wê bûye du qat. Serê firotina çekan ji bo herêmê DYA û welatên Ewropa dikişînin.
Li gorî televîzyona dewletê ya Îranê hat diyar kirin ku balafirek Tirkiye li Başûrê Rojava yê Îranê ketiye xwar. Di balafirê de 11 kes mirin.
Wezareta Karê Derve ya welatên Ereban di dawiya civîna xwe ya 149'an de êrîşên Tirkiye ya li ser herêma Efrînê şermezar kirin. Parlementerên Swêdê jî xwest Tirkiye li gorî agirbestê tevbigere.
Konseya Ewlehiya NY bi lezgînî ji bo Sûriyeyê kom bû û carek din banga “agirbesta mirovî” kir û xwest bikeve meriyete.