Li Qilebanê dîwarê bendavê deriziye, gel bi fikar e: Li gorî Wezaretê xetere nîne
- ekolojî
- 12:48 25/2/2023
Ji dîwarê bendava li gundê Nêrweh ê navçeya Qileban hatiye çêkirin av tê. Bi dehan gundên nêzî bendavê jî bi fikar in. Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz ji bo ku Wezareta Daristan û Çandiniyê bibersivinê beriya niha pêşniyazpirsek pêşkeş kiribû lê Wezaretê tevî dîmenan jî di bersiva xwe de îdia dike ku dîwarê bendavê nederiziye û ji bo jîngehan xetere nîne.