'Projeya rantê' beriya hilbijartinê dîsa di rojevê de ye
- ekolojî
- 09:20 07/2/2019
Projeya Qenal Enqere ku piştî Melîh Gokçek ji peywirê hat girtin, careke din ket rojevê. Serokê Şaxa Odeya Mîmaran a Enqereyê Tezcan Karakûş Candan, bilêv kir ku ev proje projeyeke mezin a rantê ye û ji bo hilbijartinê careke din ketiye rojevê.