AMED - Di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de polîsan gelek pirtûk desteser kirin. Yekitiya Weşangerên Kurd jî bertek nîşanî desteserkirinê dan.
Yekitiya Weşangerên Kurd têkildarî zext û tacîzên polîsan ên di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya standa Weşanxaneya Aramê hate dayin ku 4 pirtûkên wê hatin desteserkirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
‘ÊRIŞ NÎŞANEYA BÊTEHEMÛLIYA LI DIJÎ KURDÎ YE’
Xwediyê Weşanxaneya Aramê û Serokê Yekitiya Weşangerên Kurd Haki Botan diyar kir ku derheqê pirtûkên hatine desteserkirin de tu biryarên qedexeyê negihiştine ber destê weşanxaneyê û ev tişt anî ziman: “Em van êrişan şermezar dikin û qebûl nakin. Pirtûka Nelson Mandela ya aştiyê vedibêje çawa dibe sûc?”
Boltan, wiha bi dawî kir: “Ev tiştên tên kirin, nîşaneya bêtehemûliya li dijî Kurdî ye. Êriş, li dijî Kurdî ye, li dijî çanda Kurdî ye û li dijî weşangeriya Kurdî ye.”