NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Baroya Amedê yê berê Nahit Eren got: "Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê hatine dîtin, bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayik Yuksel Guran û bira Enes Guran re li hev dikin."
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahit Eren, têkildarî Doza Narîn Guranê daxuyaniyeke nû belav kir. Têkildarî analîzên DNA'yê agahiyên nû hatin parvekirin. Li gor daxuyaniya Eren; por û mûyên ji kefa destê çepê yê Narînê û ji ser kincên wê hatibûn girtin, ewilî di warê DNA'yê de encameke erênî nedabûn der. Lê belê ev mînak, ji aliyê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê ve di analîza DNA'ya Mîtokondriyal re hatine derbaskirin.
Nahit Eren got: "Mînakên por û mûyan ên li ser Narînê hatine dîtin, bi DNA'ya mîtokondriyal ên dayik Yuksel Guran û bira Enes Guran re li hev dertên."
Eren daxuyand ku ji ber ku DNA'ya Mîtokondriyal a dê û zarokan (bêyî cudatiya zayendê) wekî hev e, tam nehatiye tespîtkirin ku mînakên por û mûyan aydê kê ne. Eren da zanîn ku rapora ji aliyê Buroya Krîmînal a Neteweyî ya têkildarî dîmenên kamerayên Baregeha Leşkerî ya Daran-2'yê gihaştiye ber destê wan, lê hê jî hin raporên li bendê ne nehatine.