ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û axaftinên Hakan Fîdan da û wiha got: “Dibêje; ‘Bila ji wir derkevin.’ Erê baş e bira, ê ew der axa wan e. Divê hûn ji wir derkevin.”
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Agiriyê Sirri Sakik di hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya 2025’an ku li Lijneya Giştî ya Meclisê didomin de axivî. Sakik, bal kişand ser nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd û êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Sakik, diyar kir ku li Tirkiyeyê hêzên naxwazin aştî pêk bê hene û ev tişt anî ziman: “Ev hêz xwe bi saya rijandina xwînê, tundiyê ser pêyan digirin.” Sakik, diyar kir ku heke îktîdar bixwaze dikare bi rehetî aştiyê pêk bîne û bang li rayedarên îktîdarê û muxalefetê kir.
Sakik, destnîşan kir ku sê aliyên Tirkiyeyê behr û aliyek jî Kurd in û ev tişt anî ziman: “Hûn biçin ku dera Rojhilata Navîn jî li pêşiya we Kurd derdikevin. Kurd dibêjin; ‘Mafên me xesp nekin.’ Em jî bang li gelên Tirkiyeyê û rêveberên wê dikin; aştiyê pêk bînin û bibin ezîzên vî welatî. Li ber serê me welatên bi dîktatoriyê dihatin birêvebirin hebûn, Iraq wisa bû, Sûriye wisa bû û li wir diqîriyan û digotin; ‘Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Sedam.’ Lê belê dema Sedam ketî çi bû hûn dizanin? Wileh ji ewil kesên li dora wî derketin ser peykerên wî û hilweşandin.
DIVÊ MUZEREKE BÊN KIRIN
Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye û divê tavilê çêbibe. Divê Tirkiye bi dostanî nêzî Rojava bibe, bi Kurdan li vir re aştiyê bike û bi yên din re jî muzekereyan bike. Ji bilî Tirkiyeyê hemû kes ji avadaniya siyasî ya Rojava re dibêje ‘tevgerke sekûler.’ Tenê Tirkiye jê re dibêje ‘terorîst.’ Hakan Fîdan dibêje; ‘Bila ji wir biçin.’ Erê baş e bira, ê ew der xaka wan e, li wir ji dayik bûne, li wir mezin bûne, koka xwe berdane nava wê axê, jiyana wan li wir e. Heke kesek divê ji wir biçe, ew jî cîhadîstên li wir in, hêzên dagirker ên li wir in, divê hûn biçin. Li wir gel dijîn û ew ax a wan gelan e.”