Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin

  • cîhan
  • 12:00 5 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa navneteweyî ya ku wê di 11-12 'ê Nîsanê de li bajarê Roma ya Îtalyayê bê lidarxistin de, wê siberoja kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" bê nîqaşkirin. Ji 16 welatan zêdeyî 300 delege wê tevlî konferansê bibin.
 
Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê di 10'ê Cotmeha 2023'an de bi beşdariya hemû beşên piştgiriyê didin kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk" a di asta navneteweyî de hat destpêkirin, konferansek bê lidarxistin. Konferansa ku wê li bajarê Roma ya Îtalyayê di 11-12 'ê Nîsanê de bê lidarxistin, ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û komîteya çalakiyê ya navneteweyî ve tê organîzekirin. Konferans bi malovaniya Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) pêk tê. Di nava beşdarên konferansê de Alîkara Şaredarê Bolognayê Emîly Clachy jî heye ku herî dawî welatîbûna rûmetê da Abdullah Ocalan.
 
JI 16 WELATAN ZÊDEYÎ 300 DELEGE WÊ BEŞDAR BIBIN
 
Ji 16 welatan zêdeyî 300 delege wê tevlî konferansê bibin ku nûnerên tevgerên ku piştgiriyê didin tevgera navneteweyî a li parzemînên cuda jî wê tevlî bibin. Di konferansê de wê encamên pêngava ku ev 2 sal in bi çalakiyên tund û domdar dewam dike, kampanya, konferans, çalakî û însiyatîf werin nîqaşkirin. Wê bandorên 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Abdullah Ocalan a 27 'ê Sibatê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bê nîqaşkirin. Di konferansê de ku ji siyasetmedaran heta sendîkavanan, ji parêzeran heta aktîvîstan, nûnerên tevgera ciwanan û jinan tê veqetandin, wê amûr û rêbazên ku ev tevger di dema pêş de jî dewam bike, bên nîqaşkirin. Şandeyên ji hikûmeta Bakur-Rojhilatê Sûriyê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî dê der barê geşedanên herêmê de agahiyan bidin.
 
Konferans wê di 11 'ê Nîsanê saet di 15:00 de bi muzîka zindî û performanseke ku balê dikişîne ser ramanên Abdullah Ocalan, destpê bike. Di vekirinê de sîmon Dûbbîns ê ji sendîkaya UNITE ya Brîtanyayê ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêşengî kir Profesor Kariane Westerheim û ji bo pêvajoya beşdariyê ya xelatgirên Nobelê û berdevka kampanyayê Zubeyde Zumrut wê axaftinan bikin. Êvara roja destpêkê wê li Navenda Çandê ya Araratê çalakî bê lidarxistin. Piştî xwarina ku bi xwarinên Kurdî hate amadekirin wê koma I Cumpari ku li ser muzîka kevneşopî ya Napolî xebatan dike, wê derkevin ser dikê.
 
SENDÎKA Û NÛNERÊN PARTIYÊN SIYASÎ JÎ WÊ TEVLÎ BIBIN
 
Di panela destpêkê ya ku wê di roja yekemîn de bê lidarxistin de wê encamên konferansê yên heta niha û panoramayeke giştî bê pêşkeşkirin. Di vê beşê de wê bi giranî sendîkavan û nûnerên partiyên siyasî biaxivin. Musteşarê Giştî yê Partiya Komunîsta Rifondazione Maûrîzîo Acerbo, ji Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayê Mîke Arnott, sekreterê têkiliyên derve yê CTA Autonama Julian Aguirre ku li Arjantînê beşdarî kampanyayê bû, Serokê Daîreya Çandê ya Bajarê Romayê Massîmîllîano Smerîglîo, Parlamenterê Eyaleta Basqûê EhBildu wê beşdar bibin.
 
Di panela yekemîn a roja duyemîn a konferansê de wê lêkolînên hiqûqî yên di warê azadiya Abdullah Ocalan de xwedî cihekî girîng in, bên nirxandin. Di panela ku wê moderatoriya wê ji heyeta Îmraliyê û Wezîra Edaletê ya berê ya Îzlandayê Ûgmûndûr Jonasson û ji parêzerên MAF-DAD'ê Şerîfe Ceren Ûysal, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê û parêzerên li qada navneteweyî însiyatîfê digirin bike de, wê axaftinan bikin. Panela duyemîn a der barê perspektîfên herêmî û cîhanî yên Abdullah Ocalan ên der barê aştî û civaka demokratîk de dê bi moderatoriya Amedeo Ciaccheri, Şaredarê 8'emîn ê Romayê û Berdevkê Hikûmeta Spanyayê Consuelo Nñez pêk were.
 
ENCAMNAME WÊ BI RAYA GIŞTÎ RE WERE PARVEKIRIN
 
Beşa dawî ya konferansê wê bi nêrîn, pêşniyar û rexneyên hemû delegeyan bi formateke forûmê pêk were. Di forûma du beşan de wê endama KNK'ê Nîlufer Koç, Hevseroka Navenda Lêkolînê ya CRED Parêzer Mîchela Arricale û ji bo endama Ocalan Parêzer Sarah Glynn çalakiya nobetê pêk were. Di vê beşê de wê li ser navê nûnerên tevger, kolektîf û komên heta niha destek dane kampanyayê, her wiha li ser navê komîteyên tevgerê yên li her welatî hatine avakirin axaftin bên kirin. Nûnerên Akademiya Modernîteya Demokratîk Rete Jin, Rete Kurdistan, Jîneolojî, GK, Tevgera Ciwanan, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya ji Norwêcê, Jinên li Excelê wê biaxivin. Di forûmê de her wiha wê girêdanên onlayn ên bi komên ku tevkariyê li pêkanîna tevgerê li parzemînên cuda dikin, were kirin.
 
Encamnameya konferansa ku wê bi çar zimanan bê wergerandin (Kurdî, Îngilîzî, Spanî, Îtalî) wê di encama van nîqaşan de bi raya giştî re bê parvekirin. 
 

Sernavên din

08/04/2025
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da