ÊLIH - Salîha Aydenîz a DEM Partiyî ku beşdarî civîna jinan a li Êlihê bû, diyar kir ku felsefeya "Jin, jiyan, azadî" dê li dijî pergala dewleta mêr bi ser bikeve û got: "Di pêşengiya jinan de avakirina civakeke azad, ekolojîk û demokratîk wê pêş bikeve."
Li Êlihê ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve civîna jinan hat lidarxistin. Di civîna ku bi dirûşmeya “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi avakirina civaka demokratîk ve” hat lidarxistin, parlementerên DEM Partiyê Salîha Aydenîz û Zeynep Oduncu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk ku ji wezîfeyê hat girtin û gelek aktivîst beşdar bûn. Li salona ku civîn lê hat lidarxistin, alauên "Jin, jiyan, azadî" û wêneyên jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona ku wêneyên têkoşîna jinan a ji bo azadî û aştiyê nîşan dide, hat nîşandan.
‘JIN LI BER XWE DIDIN'
Di civînê de destpêkê ji TJA'yê Rûken Zeryam Işik Yildiz axivî û diyar kir ku jin li dijî dewleta mêr bi awayekî mezin li ber xwe didin. Rûken Zeryam Işik Yildizê anî ziman ku Êlih di nava berxwedana jinan de xwedî cihekî girîng e û got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişand ser hilweşandina Şerê 3'yemîn ê Cîhanê û banga rêxistinbûnê kir. Divê her kurd bi vê zanibe û tevlî têkoşînê bibe. Divê jin di rêxistinbûnê de rola pêşeng bilîzin. Jinên ku pêşengên pêvajoya 27'ê Sibatê ne, divê vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Jinên li hemû qadên jiyanê ne, destkeftiyan li destkeftiyan zede dikin û têkoşînê mezin dikin. Jinên kurd ên pêşengiya cîhanê dikin, li ser banga 27'ê Sibatê hûr bûne û ji bo serketina wê çi ji destê wan tê dikin."
Piştre Hevserok Gulistan Sonûk axivî û banga têkoşîna li gorî ruhê pêvajoyê kir û got: "Têkoşîna ku di 8'ê Adarê, Newroz û 4'ê Nîsanê de derket holê, pêvajo xurtir kir. Bi mîlyonan kesên ku daketin qadan daxwaza aştiyeke birûmet qîriyan. Heta ev pêvajo bi serketinê bi ser bikeve, em ê têkoşîna xwe mezin bikin."
'DÊ FELSEFEYEA JIN JIYAN AZADÎ BI SER BIKEVE'
Herî dawî Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz axivî û diyar kir ku pêvajoya ku di 27'ê Sibatê de dest pê kir, ji aliyê civakê ve rastî destekeke mezin hatiye. Salîha Aydenîzê da zanîn ku her kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber e û wiha dewam kir: "Pêvajoya ku di 27'ê Sibatê de dest pê kir, bersivek e li dijî zîhniyeta qetlîamê ya ji aliyê DAIŞ'ê û çeteyên wê ve li ser jinan tê ferzkirin. Bersiva sîstema kapîtalîst e ku dixwaze bi qirkirinê re armancên xwe li Rojhilata Navînê pêk bîne. Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ wê li dijî pergala dewleta mêr bi ser bikeve. Avakirina civakeke azad, ekolojîk û demokratîk wê bi pêşengiya jinê pêş bikeve."
Piştî axaftinan hevdîtin, bi awayekî ji çapemeniyê re girtî dewam kir.