WAN - Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaişê re nêzî 7 meh derbas bûn. Lêpirsîn bi biryara veşarî tê kirin û pirsên krîtîk bêbersiv dimînin. Hat diyarkirin ku parêzer dê hefteya bê dîsa bi dozger re hevdîtinê bikin.
Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaîş (21) a xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê 205 roj derbas bûn. Lê belê di lêpirsînê de hê jî gelek nediyarî hene.
Rojîn Kabaîş a ku di 27'ê Îlona 2024'an de ji wargeha xwendekaran derket, daket peravê golê. Lê belê, piştî ji wargehê derket xeber jê nehat girtin. A din a rojê xwendekarên mêvan ên li peravê eşyayên wê dîtin û haya rêveberiya wargehê pêxistin. Piştî bûyerê bi 15 saetan haya malbatê û polîsan pê hat xistin. Cenazeyê wê jî di 15'ê Cotmehê de ji aliyê Mehmet Emîn Ankay ê 60 salî ve li gundê Mollakasim hat dîtin.
Lêpirsîna biryara veşarî li ser hê jî didome.
PIRSÊN BÊBERSIV
Tevî 205 roj di ser mirina Rojîn Kabaîşê re derbas bûne jî, hê jî tiştekî zelal tune ye. Di rapora otopsiyê de ya ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve hat amadekirin hat diyarkirin ku xeniqî ye, lê tevî vê jî tiştekî zelal tune ye. Pirsa ku dibe ku bi mudaxileyekê miribe û pirsên bi vî rengî li benda bersivê ne.
Malbat îdiayên "xwekuştinê" red dikin. Sedema vê jî, cihê ku Rojîn Kabaîş lê dima û cenazeyê wê hat dîtin 24 kîlometre dûrî hev in û Rojîn Kabaîş çawa ew qas rê meşiyaye. Pispor jî piştrast dikin ku herka avê tersî ya tê gotin e. Her wiha pirsa çima hevala Rojîn Kabaîşê ku herî dawî ew pê re axivî ye naaxive gumanên malbatê yên "cinayetê" zêde dikin. Malbat li ser vê dibêje keça wan hatiye kuştin û dixwaze kiryarên wê bên dîtin.
Piştî vê ji ATK'ê der barê dema mayîn di nava avê de û dema mirinê de raporeke din hat xwestin. Di raporê de ku di 13'ê Kanûnê de hat amadekirin, agahiyên rapoa ewil cih girtin. Baroya Wanê jî ji ber pirsan nabersivîne îtirazî rapora dawî ya ATK'ê kir.
Bav Nîzamettîn Kabaîş di 3'yê Çileyê de ji ajansa me re axivî û got ku tê xwestin dosyeya keça wî di ser "xwekuştinê" re bê girtin.
Malbat wekî berpirsa sereke îşaret bi midûra wargehê Eda Turkoglûyê dike. Eda Turkoglûyê jî tevî hemû helwdanên me pirsên me nebersivandin.
Piştî demekê dozgerekî din ji bo lêpirsînê hat peywirdarkirin. Dozgerê nû careke din îfadeya dê û bav û 3 xwişkan girt. Malbata ku li Amedê bi rêya SEGBÎS'ê di 16'ê Çileyê de îfade da dozger. Her wiha ji xeynî malbatê ji nêzî 240 kesan careke din îfade û mînakên DNA'yê hatin girtin.
Tê payin ku parêzerên dosyeyê di nêz de hevdîtinê bi parêzer re bikin.
MA / Rûken Polat