Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin

  • rojane
  • 13:58 5 Nîsan 2025
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên şermezarkirinê yên bi daxwaza dîtina windayan û darizandina kiryaran de, ji bo rûbirûbûna û aştiya civakî bang li hikûmetê hat kirin.
 
Di çalakiyan de ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrg organîze kirin de aqubetê windayan hate pirsîn û hate xwestin ku kiryar werin darizandin.
 
Şaxa İHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 843'yemîn de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluya navçeya Rezanê kom bûn û çalakiya bi dirûşma "Windayan bibînin, faîlan derxin pêşberî edaletê" li dar xistin. Tevî baranê jî xizmên windayan bi wêneyên xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin li qada protestoyê cihê xwe girtin. Di çalakiya vê hefteyê de kujerên Necatî Aydin ê yek ji damezrînerên TUM SAGLIK-SEN'ê ye û di 4'ê Nîsana 1994'an de li Amedê di binçavan de hatiye qetilkirin hat pirsîn.
 
Endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Şaxa Amedê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Sekreterê Şaxa ÎHD'yê Omer Saman ewilî axivî û bang li hikûmetê kir ku ji bo edaleta ji nû ve bê avakirin û aştiya civakî bi paşerojê re rû bi rû were.
 
Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak diyar kir ku Necatî Aydin serokê wan ê rûmetê ye û têkoşîna wan ji bo wan ronahiyê ye û wiha got: "Ji bo aştiya civakî bila kiryar bên dîtin."
 
JIYANEKE TÊKOŞER
 
Çîroka Aydin ji aliyê endamê Komîsyona ÎHD’yê ya Xizmên Wendahiyan Firat Akdenîz ve hat xwendin.
 
Çîrok bi vî rengî ye: "Necatî Aydin ê di sala 1964'an de li Bismilê ji dayik bû, di sala 1982'an de ji Lîseya Pîşeyî ya Tenduristiyê ya Keçîorenê mezûn bû. Necatî Aydin ku di nav damezirînerên TUM SAGLIK-SEN'ê de cih digire jî di rêveberiya Şûbeya Amed-Senê de cih digire û weke Serokê Şaxê yekemîn cih digire. Necatî Aydin ku di rêxistinbûna sendîkayê de roleke aktîf girt, di qada têkoşîna civakî de jî tevkariyên cidî kir. Necatî Aydin ji ber nasnameya xwe ya çalak a di têkoşîna sendîkayê de 3 caran hat binçavkirin. Di her binçavkirinê de îşkenceyeke giran li wî tê kirin. Piştî ku di sala 1992 'an de hat binçavkirin, demeke dirêj li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê bi teşhîsa 'pelçiqandina gurçikê' di encama îşkenceya giran de hat tedawîkirin. Di sala 1993’an de sirgûnî Çorûmê tê kirin.
 
POLÎSAN DEV JÊ NEBERDA
 
Di 27 'ê Adara 1994'an de Necatî Aydin û hevsera wî ku li Amedê li cem xizmekî xwe weke mêvan diman, di serdegirtina malê de tevî zaroka xwe ya 5 salî hatin binçavkirin. Piştî bûyerê 4 roj şûnde hevjîna Necatî Aydin û kesên pê re hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Necatî Aydin ê di sibeha 4'ê Nîsana 1994'an de sewqî Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hat kirin. Aydin ji parêzerên ku wê rojê li salona dadgehê dît re got, ‘Dadgehê dev ji berda lê polis dev ji min bernadin’. Li gel ku hate berdan jî di nav de malbat û xizmên wî ku wê rojê bi saetan li ber deriyê edliyeyê man. Êdî tu kesekî nedît Necatî Aydin ji edliyeyê derket û careke din agahî jê nehat girtin.
 
Di 5'ê Nîsana 1994'an de malbata Necatî Aydin serî li dozgeriya Amedê da û xwest agahiyekê bigire, lê ji malbatê re hat ragihandin ku ‘Necatî Aydin serbest hatiye berdan’. Piştî ku parêzerê malbatê bi dozgeriyê re hevdîtin pêk anî lê dozgeriyê bersiva ‘dibe ku tevli rêxistinê bûbe’ dan.
 
CENAZE LI SER RÊYA FARQÎNÊ HAT DÎTIN
 
Di 9 'ê Nîsana 1994'an de cenazeyê Necatî Aydin tevî 2 kesên din li ser rêya Farqînê li nêzî Qereqola Jendermeyan a Kagitli hat dîtin. Cenazeyê Necatî Aydin anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Di dema otopsiyê de hat tespîtkirin ku li bedena wî gelek şopên îşkence û lêdanê hene û bi guleyeke bi tenê ya li stûyê wî hatiye kuştin.
 
DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR
 
Dema ku malbata Necatî Aydin di hiqûqa navxweyî de encamek bi dest nexist, dosyaya dozê anîn ber DMME'yê. Di encama serlêdanê de DMME’yê Tirkiye mehkûm kir. Di sedema mehkûmiyeta DMME’yê de hat gotin ku 'dest li mafê jiyanê werde, di diyarkirina rastiyan de berpirsyariya xwe ya peydakirina hemû rê û rêbazan binpê kiriye, lêpirsîneke bi bandor nekiriye û beriya bê kuştin îşkence kiriye'. Ya girîngtir jî Tirkiye ya di çarçoveya xala 38’emîn a peymanê de ji ber ku alîkarî nedaye DMME’yê, mehkûm dike.
 
ENDAMA JÎTEM'Ê AYGAN ÎTÎRAF KIR
 
Îtîrafkar û endamê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di sala 2004’an de di hevpeyvîna xwe ya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re gotibû wan 3 endamên Şaxa Saglik-Sen'ê ya Amedê Necatî Aydin, Mehmet Ay û Ramazan Keskîn ên ku DGM'ê li ser agahiya ku ji polîsan wergirtibûn hatin berdan, di derketina edliyeyê de girtin û piştî lêpirsîna wan ew birin qadeke li ser rêya Farqînê. Di berdewamiyê de got ku destên ciwanên çavên wan girtî ji pişt ve hatine girêdan, li tenişta hev hatine rêzkirin û ji aliyê fermandar Abdulkerîm Kirca ve bi guleberdana li stû hatine înfazkirin.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ger çend ser ser re jî derbas bibe dê wek parêzvanên mafên mirovan têkoşîna xwe ya ji bo edaletê bidomînin. Piştî vegotina çîroka windakirina Necatî Aydin çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
ÊLIH
 
 
Li Êlihê jî ÎHD û xizmên windayan di hefteya 679'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Tevî parêzvanên mafên mirovan, nûnerên saziyên civakî jî tevlî çalakiyê bûn û pankarta "Windayan bibînin, kiryaran dadgeh bikin" vekirin. Vê hefteyê aqûbeta Mahmût Demîrel ê di 2 'ê Nîsana 1994'an de li Êlihê ji aliyê kesên nasname ne diyar ve hat revandin hat vegotin.
 
Rêvebera Şaxa ÎHD'ê Melek Atalay nivîsa ku birayê wê Îbrahîm Demîrel der barê Demîrel de nivîsandî wiha parve kir: "Birayê min Mahmut Demîrel di sala 1965'an de ji dayik bû. Karê ajokariyê dikir. Li navenda Êlihê di xeta bajêr a 'Çarşi-Îpragaz' de dixebitî. Di 2'ê Nîsana 1994' an de ji aliyê kesên nasname nediyar ve hat revandin. Tevî ku 31 sal di ser re derbas bûne jî, mirî ye yan jî sax e me ti agahî jê wernegirtine. Birayê min zewicî bû û zarokên wî hebûn. Ew gelekî bi mala xwe û zarokên xwe ve girêdayî bû. Ji mala xwe diçû karê xwe û ji karê xwe diçû mala xwe. 
 
Piştî ku birayê min Mahmût hat windakirin, weke malbat li ser aqûbeta wî me lêkolîn kir. Der barê agahiyên ku me kom kirin de me serî li Dozgeriya Komarê ya Êlihê û Midûriyeta Polîsan da. Îfadeyên me hatin girtin. Lê belê heta roja îro agahî ji me re nehatiye dayîn.
 
Ji wê demê ve hemû ferdên malbatê çavên xwe li rêyan girtin. Ev 31 sal in êşa me kêm nebûye, agirê di dilê me de venamire. 'Agir li ku dikeve dişewite ' Dilê me şewitî. Bila dilê kesên din neşewite. Ev 31 sal in me li mala xwe cejn nekiriye. Em bi hesreta birayê min razan û bi hesreta wî em şiyar bûn... Me hê jî hêviya xwe ji dest bernedane; Û em naxwazin winda bikin. Belkî yê ku li deriyê me dixe ew e, em li bendê ne.
 
Ez weke xwişkeke ku êşê dikişîne bang li hemû mirovên xwedî wijdan dikim: Kî xwedî agahî û belge be, divê wan ji me re yan jî ji ÎHD'yê re an jî ji saziyeke berpirsyar re ragihîne. Eger birayê min sax be, ew li ku ye; eger miribe bila jê re bêjin bê li ku hatiye veşartin'.
 
Weke parêzvanên mafên mirovan, heta ku mirovên me yên di dema bihurî de bûne qurbanê kuştinên kiryar nediyar, bi zorê di binê çavan de hatine windakirin û hatine înfazkirin, belasebeb hatine girtin û avêtine girtîgehan, hesab ji kiryaran neyê dîtin û darizandin, em ê van qadan neterikînin."
 
Piştî vegotina çîrokê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.
 

Sernavên din

08/04/2025
14:54 Bakirhan: Şandeya me dê vê hefteyê bi Erdogan re hevdîtinê bike
14:05 Li Xezayê rojnamevanê ku birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
14:01 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
14:00 Jinan lêgerîna tazî ya wezîr înkar dike vegotin
13:28 Rewşa girtiyê nexweş Akay ji Wezareta Dadê hate pirsîn
13:13 Di Adarê de herî kêm 145 karker di cînayetên kar de mirin
12:42 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ bikeve rojevê
11:35 Ji bo xwendekarên girtî daxwaza ‘qedexeya siyasî’
11:05 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Îdianameya Rahîme Karvarê: Bazirganiya fihûş û tiryakê ne hêjayî nûçeyê ne
10:38 Şahid got ku bersûc nas nake!
10:33 Wezaret bi hinceta 'belgeyên winda' biryara bultena sor bi cih nayne
09:57 Qeyûm gelek zarok ji kreşê avêt
09:48 Ciwanên HDK’î: Ji bo bang civakî bibe em ê pêşengtiyê bikin
09:28 Nêrgiz Mihemedî ji bo Werîşê Mûradî bang kir
09:00 ROJEVA 8’Ê NÎSANA 2025’AN
07/04/2025
22:22 Dê Şandeya Îmralî ya DEM Partiyê û Erdogan vê hefteyê hevdîtinê bikin
20:31 Malikî: Eger hilbijartin neyê kirin wê Iraq hilweşe
20:14 Piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:03 Jinan rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
19:55 Li Iraqê bi sedan zarokî ji ber mayînan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn
16:36 Li Mêrdînê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:34 Li Qoserê bang li dewletê kirin: Gavên pratîk biavêjin
15:33 Halîde Turkoglu: Em ê pêvajoyê ji însafa hikûmetê re nehêlin
15:21 OHD’ê ji bo girtiyê nexweş Akay banga berdanê kir
14:50 Şîna Binevş Altay bi girseyî hate ziyaretkirin
14:33 Artêşa Îsraîlê konê rojnamegeran bombebaran kir
14:29 Baroya Amedê: Dê têkoşîna me ya ji bo mafê parastinê bidome
13:41 Iraq: Milîsên ku Îran piştgiriyê dide ji çekberdanê re amade ne
13:21 Daxuyaniya wezîr a têkildarî 'lêgerîna tazî': Li welatê me tiştek wisa nîn e
13:05 Êrişên ser Xezeyê didomin: 44 kes hatin qetilkirin
12:58 Îmamoglû ji bo Polat bertek nîşan da: Sedema vê nefretê çi ye?
12:53 Boykota li YTU’yê didome
12:26 Xwebûn bi manşeta ‘Encama bangê serkeftin e’ derket
12:05 Hinceta ‘Cezayê weazî’: Armanca wan belavkirina îdeolojiya rêxistinê bû
11:32 Sezaî Temellî ji îktîdarê re got: Cidî bin û gavan biavêjin
11:30 Daxwaza jinûvedarizandinê ya Pexşan Ezîzî cara duyemîn hate redkirin
10:47 Şara tê Tirkiyeyê
10:47 Mahîr Polat sewqî ATK’ê hate kirin
10:46 Ji girtiyê krîza dil derbas kirî re gotin ‘tansiyona te rabûye’ û şandin qawîşê
10:08 Kariane Westrheim: Pêşemerca pêvajoyê azadiya Abdullah Ocalan e
09:08 Norçîn bi rengên biharê xemilî
09:02 Birayê Mahsum Korkmaz: Em aştiyeke birûmet dixwazin
09:01 Girtiyê 31 salan: Bang li girtîgehê bi dil û can hat qebûlkirin
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2025'AN
06/04/2025
16:38 Li Şirnexê çalakiya Adarokê hat lidarxistin
16:34 Ji bo Bulent Aydin şîn hate danîn
16:26 Çalakiya 4’ê Nîsanê: Aştiya Tirkiyeyê hemû Rojhilata Navîn eleqedar dike
15:30 Ozgur Ozel dîsa bû serokê CHP’ê
14:45 Bîlançoya erdhejên Myanmarê her ku diçe girantir dibe
14:33 DEM Partiyê têkildarî ‘Rojnamegerên Hatine Kuştin’ daxuyanî da
14:21 Wezaretê li dijî biryara ku ‘polîsên talanker’ diparêze serî li îstînafê da
13:48 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
13:44 Polîsên rejîma Îranê îşkence li nivîskara jin kirin
13:21 Şerîfe Mihemedî ev 3 meh in nikare bi girtiyên din re danûstandinan bike
12:53 Ozel: Êdî rewatiya Erdogan nîne
12:20 Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin: Di 5 salan de 15 rojnameger hatin qetilkirin
12:09 Siyasetmedar Adams: Banga Ocalan ji bo avakirina civaka demokratîk firsend e
11:13 ‘Em dixwazin êdî 4’ê Nîsanê tevî Ocalan pîroz bikin’
10:29 Tulay Hatîmogûllari: Tecrîda li Îmraliyê didome
10:09 JINNEWS: Di Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Hejmara 110’emîn a kovara Jinê derket
09:58 Dayika 2 zarokên xwe winda kirî: Aştî bi guftûgoyê pêkan e
09:38 Çîftçî yê 84 salî îcar rêwiyê Amarayê bû
09:22 Cara ewil MA parve dike: Di bin dêrê de bi sedan kilox û hestî hatin dîtin
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN
05/04/2025
16:04 Hêzên Asayîşê ewlehiya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewr girtin
15:55 Meşa Roja Parêzeran: Em li pîşeya xwe û hiqûqê xwedî derdikevin
15:34 Ji bo girtiyên nexweş Erdem, Kocaturk û Fîlîz banga serbestberdanê
14:50 Rojnameger Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
14:00 Dayikên Şemiyê bang li Erdogan kir: Berpirsyariya xwe bîne cih
13:58 Xizmên windayan: Ji bo aştiya civakî divê paşeroj bê rûhevkirin
13:11 Ciwanên enternasyonal ên meşiyan Amarayê: Ocalan rê li ber me vedike
12:50 Dozgeriyê îdîanameya Umît Ozdag amade kir
12:48 Maşîna karkeran li hev qelibî: 20 kes birîndar bû
12:42 Li Stenbolê mij
12:34 Li Xezayê êrîşa Îsraîlê: 11 Filistînî hatin kuştin
12:31 Rapora meha Adarê ya MKG'ê: Herî kêm 54 binpêkirinên mafan
12:01 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
12:00 Kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' wê li Romayê bê nîqaşkirin
10:23 Wezaret: Li Stenbolê 455 kîlo tiryak hate desteserkirin
10:21 Şahînoz: Maliyeta 'Bûyera 19 'ê Adarê' wê mîna krîza sala 2001'ê be
09:49 Rojnameger Oznur Deger qala girtîgeha ku lê dimîne kir: Navenda zexta psîkolojîk
09:05 Pîrozbahiyên 4 'ê Nîsanê: Eger Ocalan azad bibe, civak jî wê azad bibe
09:03 Li Herêma Federal a Kurdistanê 6 meh in hikûmet nehatiye avakirin
09:00 ROJEVA 5 'Ê NÎSANA 2025
04/04/2025
19:20 Di rojbûna Abdullah Ocalan de dar hatin çandin
16:59 Li Wanê pîrozbahiya 4'ê Nîsanê
15:51 Rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê çêbû hat pîrozkirin
15:35 Ji bo Taş ê ku jiyana xwe ji dest da mewlûd hat dayîn
12:37 Li Egeyê bota koçberan noq bû: 9 kes mirin
12:21 Bi deh hezaran kes ber bi Amarayê ve meşiyan: Divê dewlet gav bavêje
11:47 Sozdar Avesta: Bi gotinê nabe, pratîk divê
10:49 Festîvala 4'ê Nîsanê di roja 2'yemîn de didome
10:07 Kurd Archive dê arşîva 30 salan a televîzyonên kurdî biweşîne
09:42 ‘Rojnamevan ji ber rastiya li qadê radigihînin dibin hedef'
09:13 Dozger xwest ji ber strana 'Şervano' ceza lê bê birîn
09:06 Ji bo 32 bajaran hişyariya baranê
09:00 ROJEVA 4'Ê NÎSANA 2025'AN
03/04/2025
16:55 HDK'ê bertek nîşanî binçavkirinên ji ber ‘boykotê’ da