DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê

  • rojane
  • 13:29 15 Nîsan 2025
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê ji rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re giştînameya 1’ê Gulanê ya “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk” şand û got: “Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê li qadan bin.” 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran ji hemû rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan re giştînameyek şand. Di giştînameya bi sernavê “Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk ber bi 1’ê Gulanê ve” de gelek çalakiyên weke pankart, belavkirina belavokan, serdanên karkerên li kargehan û li ber xwe didin, civînên bi gel re, serdanên malan, şahî û panelan hatin rêzkirin. 
 
Hat xwestin ku tevahiya rêxistinên bajar û navçeyan bi awayekî xurt tev li çalakiyên 1’ê Gulanê bibin. Di giştînameyê de bal kişand ser êrişên pergala kapîtalîst ên li ser karker, jin, ciwan û xwezayê û wiha hate gotin: “Bi cisareta 8’ê Adarê û bi coşa Newrozê em li qadên 1’ê Gulanê bin.” 
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku pergala kapîtalîzmê tehekûma xwe li ser bedena jinê ava dike û keda jinê dixwe û wiha hate gotin: “Kedkar, ciwan, jin, penaber û zarok kiriye hedefa pergalê. Li dijî vê rewşê em ê li qadên 1’ê Gulanê nerazîbûna xwe mezin bikin.” 
 
BAL KIŞAND SER BANGA OCALAN 
 
Di heman demê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di giştînameyê de cih girt. Hat gotin ku banga hatiye kirin ji bo xurtkirina tifaqa dîrokî ya gelên Kurd û Tirk e û wiha domiya: “Pergala kapîtalîst, parçekirina tifaqa dîrokî ya gelan ji xwe re esas girtiye. Banga birêz Ocalan, hewldana ji bo avakirina tifaqa gelan a li ser bingeha wekhevî û demokrasiyê ye.” 
 
BANGA TEVLIBÛNA LI KURDISTANÊ 
 
Giştîname, wiha bi dawî bû: “Mîna li Rojava, li Kurdistanê jî ji bo 1’ê Gulanê divê amadekariyên xurt bên kirin, divê mitîngên 1’ê Gulanê xurt û bicoş derbas bibin. Ji bo vê jî divê tevahiya rêxistinên me yên bajar û navçeyan bi hevkariya Hêzên Ked û Demokrasiyê xebatan bimeşînin. Em ji cînayetên kar, bêtemînatiyê, newekheviyê û polîtîkayên şe re dibêjin êdî bes e. Em ê bi cisareta 8’ê Adarê û bi hêviya Newrozê daye li qadên 1’ê Gulanê bin.” 
 
MA / Selman Guzelyuz 
 

Sernavên din

16/04/2025
11:17 Kolber ê li sînor winda bûbû, xwe gihand malbata xwe
11:12 Bijîşk dê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyê bidin
11:09 Girtiyê nexweş Ayik: Rêveberiya girtîgehê li provokasyonê digere
10:57 Bahçelî ji bo rewşa Onder bipirse telefon kir
10:52 Qeyûmê Êlihê 12 neguhêzbar da ber firotinê
10:48 Îtîraz hate kirin, biryara qedexeyê ya ji bo 2 pirtûkan hate betalkirin
10:39 Nexweşxaneya Florence Nihgtingale: Xeteraya li ser jiyana Onder didome
10:37 Ozel: Em rewşa Onder ji nêz ve dişopînin
10:31 Tehliyeya girtiyê li dijî hejmartina ser pêyan derketî hate astengkirin
10:07 Emeliyeta Sirri Sureyya Onder xelas bû
10:00 Polîsê ji bo wî bultena sor hatiye derxistin li Tirkiyeyê dijî lê nayê girtin
09:27 Pirtûk hat qedexekirin, lêpirsîn li nivîskar hate vekirin
09:20 'Pêşketin bi azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e'
09:13 Dayika Rahşan Demîrelê: Ya ku me qanek bike meclis e
09:02 Parêzer Demîr: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê Ocalan azad be
09:01 Malbata ku Abdullah Ocalan silav jê re şand: Em dixwazin wî bibînin
09:00 ROJEVA 16’Ê NÎSANA 2025’AN
08:47 Tulay Hatîmogullari: Onder heta niha gelek zehmetî derbas kir û dê vê jî derbas bike
08:46 Ayşegul Dogan: Emeliyeta hêj xelas nebûye
08:28 Emeliyatkirina Onder dewam dike: Dilê wî dest bi lêdanê kir
08:25 Bi hezaran kes li ber nexweşxaneya ku Onder lê ye kom bûn
08:21 Ji bo Sirri Sureyya Onder peyam
08:15 Ji Wezareta Tenduristiyê ji bo Onder daxuyanî
08:15 Endamê Şandeya Îmraliyê Onder emeliyat bû
15/04/2025
16:18 Nêrgiz Mihemedî ji NY’ê re name şand
16:05 Ozel ji bo pêvajoyê got: Bînin Meclisê
15:57 ÎHD’ê çalakiya ‘Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne’ li dar xist
15:24 BES-AR: Sînorê birçîtiyê 34 hezar TL derbas kir
15:23 Di 15 rojan de 4 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
15:08 CPT dîsa neçû serdana Îmraliyê
14:55 'Bi wezîrê dadê re dê gelek mijar bên axaftin'
14:17 AYM’ê di doza teqîna muhimatê de piştî 20 salan biryara ‘binpêkirinê’ da
13:46 SOHR: 17 jin û zarok hatin revandin
13:45 AKP a ku 23 sal in pêşniyara ‘Cejna Newrozê’ red dike niha pêşnûme da
13:29 DEM Partî: Em bi coşa 8’ê Adarê û Newrozê biherikin qadên 1’ê Gulanê
12:55 Polîsan taziyeya Abdurrahîm Erzen asteng kirin
12:44 Tulay Hatîmogûllari: Heke îktîdar li gorî bangê gavan neavêje dê demokratîkbûn çênebe
12:40 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hedefên xwe aşkera kir
12:11 Renée Le Mignot: Modela Rojava hêvî ye
12:04 Şandeya Parlamenteran a Ingilistan-YE’yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye
11:28 Macron bi Abbas re hevdîtin kir: Divê Hamas were bêçekkirin
11:27 Prof. Dr. Dunbar: Dema ji ziman û çandan re rêz hate girtin dê aştî bibe
11:01 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Qada bêhnvedanê ku qeyûm dabû cendirmeyan hatiye îstîmlaqkirin!
10:44 Weqfa Mezopotamyayê kursa 9’an a folklor û edebiyata gelêrî li dar dixe
10:14 Li Antalyayê dawetên Kurdan bi hinceta ‘qedexeyê’ tên astengkirin
10:02 Ji bo Cîgirê Şaredarê Beykozê biryara binçavkirinê
09:58 'Aştî û çareserî yekalî nabe’
09:53 Pîrozbahiyên Newroza Rojhilat: Banga Ocalan mora xwe li pîrozbahiyan xist
09:04 Înîsyatîfa Jinan a ji bo Sûriyeyê hat avakirin: Çalakiya ewil di 24'ê Nîsanê de ye
09:03 Parêzerên OHD'î: Divê 'mafê hêviyê' bê bicihanîn
09:02 Qirêjiya li Gola Wanê zêde dibe, populasyona candaran tune dibe
09:00 Ferîde Eralp a feminîst: Bêyî jinan aştî ne pêkan e
09:00 ROJEVA 15’Ê NÎSANA 2025’AN
14/04/2025
16:24 ‘Hêza sereke ya ku dê civakê demokratîk bike jin in’
15:38 Îtîraza li dijî girtina Îmamoglû hate redkirin
15:37 Rapor: Li Sîncanê ‘qedexeya îşkence û miameleya xerab’ tê binpêkirin
15:00 Meclisa Jinan a DBP’ê atolyeyan dide destpêkirin
14:42 Doza Narîn Guranê: Daxwaza beşdarbûnê ya UCÎM û Wezaretê hat qebûlkirin
14:40 4 sal û 8 meh cezayê hefsê li lîstikvana Kurd hate birîn
14:32 Rojnamegeran bertek nîşan dan: Mafê agahîgirtinê yê gel tê astengkirin
13:52 Xalê Jîna Emîniyê hate girtin
13:15 Li Qersê jinek hate qetilkirin
13:10 Ji bo rojnameger Necla Demîr Arvas biryara ceza û tehliyeyê
12:44 Doza Narîn Guranê didome: Heqîqetê derxînin holê
12:29 Cûma Çat hate definkirin
12:25 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû
11:52 Platforma Yekitina Jinên Kurd hate avakirin
11:31 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di hevdîtina Erdogan de aliyên pêvajoyê dixitimînin hatin axaftin
11:21 Hunermend Dîna Zaurub di êrişa Îsraîlê de hate qetilkirin
11:08 Bi ser Enfalê re 37 sal derbas bûn: Me efû nekir û dê ji bîr nekin
10:57 Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin
10:41 Duyemîn doza cînayeta Narîn Guranê dest pê kir
10:10 Xwebûn bi manşeta ‘Hunermend rayberî biko’ derket
09:10 Piştî Soylu hedef nîşan dayî bêyî ‘delîlan’ cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn
09:06 Qeyûmê Mêrdînê dê 35 neguhêzbarên bifiroşe
09:04 Curado: Bêyî berdana Abdullah Ocalan pêvajo nameşe
09:03 'Bombebarana ser Kurdistanê bide sekinandin dê bibînî ka aborî çawa baş dibe’
09:01 Birayê girtiyê nexweş Akay: Lijneyên Çavdêriyê mîna giyotînê dixebitin
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
09:00 Cûma Çat jiyana xwe ji dest da
13/04/2025
16:54 OHD: Bi banga Abdullah Ocalan re hevkêşeya sedsalî xera bû
16:34 Karkerê li Şirnexê di bin hezazê de ma jiyana xwe ji dest da
16:30 Rûsyayê bi fûzeyan êrişî Ûkraynayê kir: Herî kêm 32 kes mirin
15:35 Endamên DÎK’ê çûn serdana şîna Sungur
15:29 Komxebata Egîtîm Senê di roja duyan de dom kir: Zanîna xelet mirov dike kole
13:44 Wêneyekî Abdullah Ocalan ê heta niha nehatibû weşandin derket holê
13:07 Piştî 4 mehan ceyran gihişt Kobanê û gundên wê
13:05 Bendên kontrolê yên li Helebê tên rakirin
12:42 Li Wanê li pey hev erdhej çêbûn
12:00 Îran: Di hevdîtinên bi DYA’yê re em gelek nêzî muzakereyan bûne
11:23 Îsraîlê li Xezeyê nexweşxaneyek bombebaran kir
11:17 Komeleya Aştî û Azadiyê ya Ewropayê hate avakirin: Li dîasporayê siyaseteke nû
10:38 Bi îdiaya ‘bombeyê’ hate girtin bi hinceta ‘raporê’ ceza lê hate birîn
10:13 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:08 Darren Millar piştgirî da banga Abdullah Ocalan û got: Modela IRA’yê dikare bibe mînak
10:05 Herêma êriş lê didomin kişandibû: Li hin gundan 200 Elewî hatibûn qetilkirin
09:30 Bi ser bangê re 46 roj derbas bûn: Yek ji gavan statuya Kurdî ye
09:23 Kampanyaya ‘Pirtûka bi Tirkî bîne, pirtûka bi Kurdî bistîne’ tê destpêkirin
09:03 Ji bo girtiyên nexweş bang kir: Divê dewlet gavan biavêje