STENBOL - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku emeliyeta Sirri Sureyya Onder hêj berdewam dike.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder ku li Nexweşxaneya Florence Nightingale ya Şîşlî ya Stenbolê tê tedawîkirin, li pêşiya nexweşxaneyê daxuyanî da. Ayşegul Dogan, got: “Ji bilî agahiyên bijîşkan parve kirin, niha tu agahiyên nû li ber dest nînin. Hêj emeliyeta xelas nebûye.”
'BIJÎŞK DÊ DAXUYANIYÊN PÊWÎST BIDIN’
Ayşegul Dogan, anî ziman ku li bendê ne piştî emeliyatê Onder derbasî beşa lênihêrîna awarte û got: “Piştî birin beşa lênihêrîna awarte, em ê agahiyan parve bikin bê ka emeliyat çawa xelas bûye. Sirri Sureyya yê hêja mirovê demên zehmet e. Dilê wî xwe li ber gelek demên zehmet girtiye, bûyerên gelek giran jiya û gelek berpirsyartiyên giran li xwe girtiye. Lewma em di wê baweriyê de ne ku dê vê emeliyata zehmet jî bi serkeftî derbas bike. Hêviya me ev e. Nexwelasbûna emeliyatê nayê wê wateyê ku her tişt nebaş derbas dibe. Jixwe li bendê bûn ku emeliyat dirêj bidome. Bijîşkan gotin ku bi rewşekî zehmet re rû bi rû ne. Lê zehmetbûna wê nayê wê wateyê ku serkeftî nabin. Lewma em bi hêviyeke mezin li bendê ne. Em li bendê ne ku agahiyên baş bi we re parve bikin. Ji ber piştevaniyê, spasiya hemû gelên Tirkiyeyê dikin. Her tişt weke ku dihat texmînkirin didome. Bijîşk dê agahiyên pêwîst bidin. Em jî dê car bi car pirsên tên mereqkirin bibersivînin.”