* Îhaleya Sûka Genim a ku ji aliyê qeyûmê ve hat çêkirin û tenê teklîfek hat girtin, bi doza ku hevşaredara ji wezîfeyê hat girtin Gulistan Sonukê hat betalkirin.
* Di ser mirina biguman a Rojîn Kabaişê re nêzî 7 meh derbas bûn. Lêpirsîn bi biryara veşarî tê kirin û pirsên krîtîk bêbersiv dimînin. Hat diyarkirin ku parêzer dê hefteya bê dîsa bi dozger re hevdîtinê bikin.
* Koçerên ku di nava şert û mercên dijwar de têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin, rêwîtiya wan a ber bi Qerejdaxa berdar ve dest pê kir.
* Li wargeha Mexmûrê çalakvanên ku 640 roj in di çalakiyê de ne diyar kirin ku dewlet divê ji bo gelê kurd dilsoz be û gotin: "Aktorê sereke yê vê pêvajoyê Rêbertî ye. Ji ber wê divê ku pergala Îmraliyê bi temamî bê hilweşandin û Rêber Apo azad bibe."
* Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)
* Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)
* Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)