ÊLIH – Îhaleya Sûka Genim a ku ji aliyê qeyûmê ve hat çêkirin û tenê teklîfek hat girtin, bi doza ku hevşaredara ji wezîfeyê hat girtin Gulistan Sonukê hat betalkirin.
Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik di 4'ê Mijdara 2024'an de ji peywirê hatin girtin û walî Ekrem Canalp wekî qeyûm tayinî şûna wan hat kirin. Qeyûm Canalp, li Taxa Îluhê Bazara Genim da ber firotinê. Îhale di 24'ê Çileyê de li avahiya şaredariyê hat çêkirin û fiyetê wê 112 milyon û 851 TL hat diyarkirin.
Di şartnameya îhaleyê de hat diyarkirin ku Bazara Genim ji 10'ê Tebaxa 2007'an ve ji bo 29 salan bi kirê dewrî Komeleya Zexîrevanên Êlihê hatiye kirin. Tenê Kooperatîfa Zexîrevanên Êlihê ket îhaleyê. Kooperatîfê Bazara Genim bi 113 milyonan stend.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk bi sedema ku reqabeta di qanûna îhaleyê de pêk nehatiye û tenê fîrmayek ketiye îhaleyê, fiyetê wê kêm hatiye danîn û bi vê "zirar gihaştiye cemaweriyê" ji bo betalkirinê doz vekir.
Piştî parastinê rêveberiya qeyûm jî parastina xwe kir û îdia kir ku tişta hatiye gotin ne rast e.
Lê belê Dadgeha Îdare ya Êlihê bi hinceta di îhaleyê de reqabet pêk nehatiye biryara betalkirin îhaleyê da.
MA / Fethî Balaman