NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku ji ber bahoza tozê ku bandor li welat kir bi hezaran kes rakirin nexweşxaneyê.
Ezman ji ber bahoza toz a dijwar ku bandor li herêmên navîn û başûrê Iraqê kir, veguherî rengê pirteqalî. Welatî neçar man ku bi maskeyên parastinê derkevin derve. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê 15 'ê Nîsanê roja Sêşemê eşkere kir, ji ber bahozê 3 hezar û 747 kes bi gilî û gazincên bêhnvedanê rakirin nexweşxaneyan. Berdevkê Wezaretê Saîf el Badr diyar kir ku ew li servîsên lezgîn hatine qebûlkirin. Piraniya wan piştî tedawiyên pêwîst tabûrcû bûne.
Ji ber bahoza tozê balafirgehên Necef û Basrayê wek demkî hatibû girtin.