NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşxaneya Florenceyê Nightingaleyê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder erênî bersivê dide tedawiyê û got: “Pêvajo dirêj e, em ê li bendê bin."
Tedawiya endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li beşa lênihêrîna awate ya li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê berdewam dike. Nexweşxaneyê têkildarî rewşa Onder daxuyaniyeke nû parve kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku rewşa giştî ya Onder bi erênî bersivê dide tedawiyê. Di daxuyaniyê de hate gotin ku parametreyên sîstemîk û metabolîk baş dibin. Tabloya Asîdozê sererast bû û derketina îdrarê asayî ye. Ji bo parastina gurçikan dê îro hemofiltrasyon were kirin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sirri Sureyya Onder bi giştî bi erênî bersivê dide tedawiyên me. Parametreyên sîstemîk û metabolîk baş dibin. Tabloya Asîdozê sererast bû û derketina îdrarê asayî ye. Ji bo parastina gurçikan dê îro hemofiltrasyon were kirin.” Bi domdarî hate gotin ku pêvajo dirêj e û lênihêrîna awarte didome.