* Dadgeha Destûra Bingehîn, ji bo cezayê disiplînê yê li mamosteyê ku êrişa Tirkiyeyê ya di sala 2018'an de bi armanca dagirkirina Efrînê hatibû kirin protesto kiribû hatibû birîn, biryara "binpêkirina mafê azadiya fikir û ramanê" da.
* Endama TJA'yê Ayşe Mînaz ku kuştina jinan û tundiya li jinan ya li Kurdistanê zêde bûye nirxand û got: "Jinên kurd ji ber ku xwedî nasnameya siyasî ne, di hemû mekanîzmayan de dibin hedef."
* Li Şirnex û navçeyên wê, polîsan dîmenên endamên PKK'ê yên ku bi îdiaya "teslîm bûne" di bin navê "Ciwanên Şirnexî û siberoja ewle" de nîşan dan û "îtirafkariyê" li wan ferz kirin. Malbatan destnîşan kirin ku dê gilî bikin.
* Li Amedê saziyên demokratîk wê ji bo têkoşîna li dijî tiryakê di 26'ê Nîsanê de bi meşekê avakirina "Platforma Şiyar be! Li Dijî Tiryakê Têkoşîn" bi meşekê aşkera bikin.
* Rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş birayên hev Firat û Emrah Nebîoglû ku gelek nexweşîn bi wan re hene û bi awayekî kêfî rê li ber berdana wan tê girtin, her diçe bi nebaşiyê ve diçe.
* Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder dê bên şopandin.
* Reşit Kibar'ın katledilmesine dair davanın ilk duruşması Artvin Ağır Ceza Mahkemesi'nde görülecek. (09.00)
* Danişîna ewil a doza 7 rojnamegerên ji ber protestoyên li Saraçhaneyê tên darizandin dê li 62’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)
* DÎSK, KESK, TMMOB û TTB dê têkildarî 1’ê Gulanê Roja Karkeran li Beşîktaşê daxuyaniyê bidin. (12.00)
* Rêxistinên hiqûqê dê têkildarî girtina Selçûk Kozagaçli li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (12.30)