WAN - Endama TJA'yê Ayşe Mînaz ku kuştina jinan û tundiya li jinan ya li Kurdistanê zêde bûye nirxand û got: "Jinên kurd ji ber ku xwedî nasnameya siyasî ne, di hemû mekanîzmayan de dibin hedef."
Polîtîkaya bêcezakirinê ya di pêvajoyên darazê yên li Tirkiyeyê de, ji aliyê desthilatê ve nepêkanîna qanûnan, parastina kiryaran dibe sedem ku her roj kuştina jinan zêde bibeç Li gorî bîlançoya tundiyê ya meha Adarê ya JINNEWS’ê 24 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 14 jin û zarokek jî bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Mînaz li ser zêdebûna komkujî û tundiya li ser jinan a li Kurdistanê axivî.
‘BEDENA JINÊ VEGUHERÎ QADA ŞER'
Ayşe Mînazê da zanîn ku li Kurdistanê qetlîamên li ser jinan zêde bûne û ev rewş nîşaneya rizîna civakî ye. Ayşe Mînazê anî ziman ku gelek mekanîzmayên ku jin bi saya wan di nava civakê de dijîn û dibin xwedî gotin hatine tengkirin û got ku zêdebûna komkujiyan ne tenê cînayeta kujer e, di heman demê de civaka ku kiryar xwedî dike, darazên civakî, hêza pergalî ya ku wî xwedî dike bi xwe ye jî.
Ayşe Mînazê got: "Li Kurdistanê bedena jinê bûye qada şer. Jin ne tenê bedena xwe diparêzin, di heman demê de parastina ziman, çand, hiş û civakî jî dikin. Lewma dibe hedef. Kiryar ne bi tena serê xwe ye, mekanîzmayeke ku kiryar diparêze heye."
‘QETLÎAMÊN JINAN POLÎTÎK IN'
Ayşe Mînazê da zanîn ku qetlîamên li Kurdistanê ne tenê mirina jinê ye, di heman demê de êrişeke giran a li dijî nasnameya neteweyî ya jinên kurd e û got: "Ji ber vê yekê em di her kêliyê de vê yekê tînin ziman; qirkirina jinê polîtîk e. Ji ber ku bedena jina Kurd li vir veguheriye qada berxwedanê. Ji ber ku jin ne tenê di nava civakê de dijîn, di heman demê de bîrê vediguhêzînin, berdewamiya ezbetê pêk tînin, jiyana çandî û keleporî li ser pêyan dihêlin û ji ber ku hebûneke nasnameya polîtîk e ji aliyê van mekanîzmayan ve dibe hedef."
Ayşe Mînazê destnîşan kir ku civak baş li dijî van qetlîaman deng dernae û got ku ji ber vê ev yek tê wateya qebûlkirin. Ayşe Mînazê bilêv kir ku divê civak reflekseke cidî nîşan bide û li dijî polîtîkayên bêcezakirinê rabe.